Cîhan
Ji NASAyê Germiya Dinyayê
NASAyê rastiyeke mexof derxistiye holê. Lê belê mirov hin caran naxwaze rastiyê bipejirîne, wek vê rastiya ku ji aliyê NASAyê ve hatiye peyitandin.
Li Newyorkê enstituya Goddardê ku bi karûbarên asîmanî ve lipikiye, ji 1980 hetanî îro, vîdeoyekê weşandiye ku germiya dinyayê çewa zêdetir bûye. Di nexşeya dinyayê de, deverên pir germ, bi rengê zer daye nîşandan.
Ew germîya dinyayê ji ber zêdebûna hesincetiyê, ya erebeyan û gaza serayî û gwd ku çêbûye, çewa germî zêde dibe û xisar dide xwezaya dinyayê daye nîşandan.
NASAyê eşkere kiriye ku germiya dinyayê di sala 1970yî de dest pê kiriye, di 1080yî de zêdetir bûye û di 2011an de jî gehaye radeya xeterê û germiya kêm-zêde li gor sedsalan jî 0.92 daye xuyakirin.
16.09-2012
Rojeva Kurd/Emerika