Wesyeta Ataturk ket dadgehê
Di van demên dawîm de li Tirkiyê Ataturk pir tê nîqaşkirin û ew nîqaş di rojeva Tirkiyê de jî cihekî girîng wergirtine. Ew wesyeta Ataturk bû babetê niqaşeke mezin û piştre jî çû geha dadgeha AİHMê ya li Brukselê.
Wesyeta Ataturk ji aliyê Meriç Tumluer ve hatiye eşkerekirin û gotiye: Wesyeta Ataturk di kaseyeka Bankaya Ziraetê de dihate parastin. Serokê Cuntaya Leşkerî Kenan Evrenn û Serokkomar Turgut Ozal jî xwendine.
Lê belê herduyan jî gotine ku civata Tirkiyê ji bo vê wesyeta Ataturk ne amade ye ku ev niha bête eşkerekirin.
Baş e, gelo çi di wesyeta Ataturk de heye?
Li gor gotina nivîskar û lêkolîner Aytunç Altindalî, Ataturk weha nivîsiye: “Dixwazim xelîfetî di nava hemû welatên bisilman de wek saziyeke zindî çêbibe. Eger hûn bixwazin, hûn dikarin xelîfetiyê bi şûnde jî bînin.”
Nivîskarî gotiye. “Ataturk dema vê westeya xwe nivîsiye û xistiye nêv amanekê û muhr kiriye, li serê jî weha nivîsiye: Ev piştî 50 salî dê vebe.”
Rojeva Kurd/ Enqere