Hilbijartinên Stanbulê û pirsa kurd
Hilbijartinên şeredariya mezin a Stanbulê ji armanca hilbijartinekî dûr ketiye û bûye şerek mezin di navbera desthilatê û aliyên muxalefetê de. Herdu alî jî ji bo dengên kurda destve bînin di nava keftûleptekî mezin de ne.
Heta radeyekî berbijêrê AKPê Yildirim li hinek bajarên Kurdistanê propaganda hilbijartinên Stanbulê dike. Yildirim cardin behsa Kurdistanê kir û hinek tiştên ku berê AKPê di derbarê Kurdan de gotîn dubare kir.
Heta ji bo vê helwesta Bînalî Yilrdirim serokê MHPê û şirîkê Erdogan Dewlet Bahçelî ne razîbûna xwe diyar kir û ji bo heman sedemê hevdîtinek li gel Erdogan pêkanî.
Gelo di eniya muxalefetê de çi dibe? Taybetî dê HDP wek 31ê Adarê pişgiriya CHPê bike yan dikare ji helwesta xwe vegere, nayê zanîn. Berpirsên HDPê gelek daxûyaniyên tund li dijê AKPê didin û dibêjin ku ewê bi hemû hêza xwe pişgiriya berbijêrê Tifaka Millet Ekrem Îmamoglu bikin,
Herweha tê zanîn ku Qendîl jî dide xûyakirin ku, ji bo têkçûna Erdogan dive pişgiriya Îmamoglu bê kirin.Yanî heta vê gavê stratejiya HDPê ewe ku, AKP û Erdogan winda bikin ji wî pêve giringiyê nade pirsgirêkên heyî. Hevdîtinên di vê qonaxê de li gel Ocalan têne kirin û peyamên Ocalan dide pirsek mezin li sere dengderên HDPê de peyda kiriye. Ocalan heta vê gave eşkere ji bo pişgiriya Yildirim tu tişt negotiye. Lê AKPê jî ne ji xwe de xedexeya li ser hevdîtina li gel Ocalan rakiriye.
Lê di vê derê ji bo Kurda pirsa herî girîng ewe ku; Gelo çi bandora hilbijatinên li Stanbulê li pirsa kurd li Tirkiye dike? Ji bo tevgera Kurd çi destkeftin çêdibin ? Di rastiya xwe de her tişta di pîvajoya hilbijartina de tê gotin, tenê propagandeye û dema hilbijartin dawî bibe , hêdî herkesek ser ya xwe ye.
Pîwiste ji aliyê Kurdan ve di her rûdanekî de pirsa Kurd û Kurdistanê wek pîvan bête girtin. Eger pîvana kurda li bakur û Tirkiye ne destkeftiyên netewî bin, dê her gava bê avêtin tenê di xizmeta aliyên siyasê yên Tirkan de bin.
Nûça/Analîz