Cîhan

Êrîşa kendava Ummanê Îranê kiriye

Di derbarê erîşa du keştiyên balhirgir di kendava Ummanê de , wezîrê derve yê Brîtanyayê Jeremy Hundt da xûyakirin ku, ev êrîşa hanê ji aliyê Îranê ve hatiye kirin. Hunt di daxûyaniya xwe de eşkere dike ku, ji Îranê pêve tu aliyek din nikare evkas bê pirsiyar tevbigere . Ji bo vê yekê jî misigoer bûye ku Îranê ev êrîş kiriye.

Hund berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Iran li herêmê îstikrarê têkdibe, ji bo vê yekê jî em Îranê şermezar dikin.

Di vê derbarê de sekreterê giştê yê Neteweyên Yekgirtû   Antonio Guterres jî da xûyakirin ku ew dixwazin û amadene ku navbera Amerika û Îranê de navçitîyê bikin, lê hêja tu zemînê vê yekê çênebûye. Divê bi awayek serbixwe lêkolinek di vê mijarê de bête kirin.

Herweha serokê Amerikayê Trump di derbarê serdana wezîrê derve yê Japonayê ya Îranê li gel berpirsên Japonya hevdêtinek pêkanîye. Lê Trump bawer nake ku nika zemînek yê pêwendiyan li gel Îranê hebe.

Back to top button