Nivîsar

Hilbijartina Giştî û Dersîm û Boykota BDPê…

Hilbijartina giştî li Tirkiyeyê, wek hilbijartineke dîrokî hat bi nav kirin. Lewra ev hilbijartina dişibe hilbijartina sala 1950-î, hilbijartinên piştî darbeyên leşkerî yên 27ê Gulana 1960î, 12ê Adara 1971-an, 12ê îlona 1980-yî, 28ê Sibata 1978-an, 27ê Nîsana 20097-an.

Her kes di wê baweriyê de bû ku piştî vê hilbijartinê, hêzên kardbidest yên dewletê dê bi her awayî ji desthilatdariya siyasî û dewletê dûr bikevin !

Ew nerîna, nerînek rast nebû. Gorî baweriya min Tirkiye heta ku ji dewleta unîter û otorîter û kolonyalîst û tirk xelas nebe; kurd û tirk wek du miletan ji aliyê maf, desthilatdarî û statuyê de wek hevûdu nebin; dewlet nebe dewleta kurdan û tirkan û grubên din yên etnikî, dewleta kûr ji holê ranabe.

Heger dewleta kûr ya berê rabe jî, hêzên desthilatdar ên siyasî yên nû, dê jinûve ji bona xwe dewleta kûr ava bikin.

                                                              *****

Pêvajoya hilbijartina giştî li Tirkiyeyê beriya referanduma makezagonê dest pê kir. Di referandumê de ev pêvajoya germtir bû. Piştî referandumê Tirkiye, raste rast ket nav pêvajoya hilbijartinê.

Di merheleya referandumê de hêzên dewletê ji bona ku Partiya Akê û hikumet bi sernekeve dest bi provokasyonan kiribûn. Ji aliyekî de jî ji bona ku PKK/BDPê ne bi guhertina makezagonê re bû, dest bi çalakiyan kir: Li Tokatê û li Hatayê û cîwarên din êrişên gelek balkêş û “bi kontrol” pêk anîn.

Ew şerê di referandumê de hatibû holê, şerê desthilatdarî bû. Lewra encama referandumê hêzên dewletê yên statuparêz di wê baweriyê de bûn ku “kontrola dewletê dê bi tevayî bikeve bin desthilatdariya Partiya Akê. Hêzên dewletê burokrasiya leşkerî û sivîl, dê ‘desthilatdariya xwe ya dîrokî û mitlaq’ wenda bike.”

PKK/BDPê jî xwe beşek ji ev şerê desthilatdarî û hundir didît.

                                                         *****

Dema ku pêvajoya hilbijartinê raste rast dest pê kir, ev şerê desthilatdarî xurttir bû. Her partiyekê gorî ev şerê desthilatdarî pozîsyonên xwe û berhilbijerên xwe û taktîkên xwe tespît kirin. Bi taybetî ji bona ku gelek aşkere dihat zanîn ku Partiya Akê dê hilbijartinê qezenç bike û bibe desthilatdar/hikumet, di navbeyna partiyên siyasî de reqabete gelek germ û bê pîvan û bê exlaq dest pê kir.

Loma jî qempenyaya hilbijartina giştî, wek li welatên demokratîq tê meşandin, gelek xwezayî nebû. Qempenyaya hilbijartinê, wek şerekî dom kir. Di navbeyna partiyan de exlaqa siyasî û pîvanên nemirovane domand. Dîyalog û pêwendiyên partiyên siyasî ji holê rabûn. Exlaqa siyasî ya hilbijartinê gelek nizm ket.
                                
                                                        *****

Di destpêka hilbijartinê de, CHPê ji bona ku Doza Ergenokê, MHPê ji bona Doza Balyozê, BDPê jî ji bona ku Doza KCKê bê wate bike, ji hepisxaneyê berhilbijêr nîşandan. Berhilbijerên BDPê yên hepsê zêdetir bûn.

Di vê merheleyê de jî qrîza heyî bi giranî girêdayî vê pirsê ye.

                                                           *****

Beriya hilbijartinê çend mehan – meha Adarê – KCKê belavokek belav kir ku dê nehêle ku Partiya Akê bi azadî li Kurdistanê qempenyaya hilbijartinê bimeşîne. Lê diyar kir ku dê ji CHPê û MHPê bibin alîkar ku ew bi hêsanî qempenyayên xwe yên hilbijartinê bimeşînin.

Di nav qempenyaya hilbijartinê de jî, ew taktîka KCKê gelek aşkere hat meşandin. Heta tepît bû ku PKK/BDPê, di beşek bajarên Kurdistanê de ji CHPê û ji MHPê re piştgirî kiriye.

Ji bona ev siyaseta PKK/BDPê çend sedem hebûn: 1) PKK/BDPê, li Kurdistanê bes Partiya Akê ji bona xwe alternatîf didît. Loma jî her çiqas nikarin Partiya Akê li Kurdistanê tasfiyê jî bikin, divê dengê wê kêm bikin. 2) PKK/BDPê, rêxistinek statuparêz e, bi deweleta kûr re ji aliyê kerakter de digihîje hevûdu û loma jî demokratîzebûna Tirkiyeyê li hesabê wê jî naye. Lewra dema ku demokratîzebûnek rasteqîne pêk bê, li Kurdistanê jî plûralîzebûna siyasetê tê holê, li hemberî siyaseta otorîter û despotîk ya PKKê, siyasetek din diqewime û şertên rêxistinên din pêk tên. Ew jî desthilatdariya PKKê li Kurdistanê qels dike. 3) Ji bona ku di “pirsa kurd” de Tirkiye gav bavêje, makezagoneke nû pêwîst e. Ew jî ji aliyê Partiya Akê de tê xwestin. Lê gelek aşkere ye ku li pişt programa legal ya PKK/BDPê, program û rojeveke dizî heye. Dema ku Partiya AKê bi ser bikeve, divê di makezagonê de gav bê avêtin. Wê demê jî PKK/BDPê di qada vekirî de deşîfre dibe. Programa nelegal derdikeve holê.

Tê zanîn ku ji bona “aşitî” û çareserkirina “pirsa kurd” Cengîz Çandar rapoerek ji bona TESVEê amade kir. Di wê raporê de rojeva dizî ya PKKê deşîfre dibe. Cengîz Çandar dibêje ku ”dewlet xweseriya demokratîk jî bide kurdan, heger Apo û PKKê ji vê xweseriya demokratîk re nebe desthilatdar, pirsgirêk çareser nabe”.

PKK/BDPê girêdayî ev nerînên xwe li hemberî Partiya Akê siyaset meşand, Li gelek ciyan jî, ne raste rast be jî, ji CHPê re alîkarî kir. Li Elazigê jî deng da MHPê.

Ev siyaseta PKK/BDPê, ji bona pêşeroja kurdan ji her aliyî de hewcedarî niqaşe ye û bi problem e.

                                                            *****

PKK/BDPê, di hilbijartinê de bi muxelefeta kurd ya derveyî xwe re û bi muxalefete sosyalîst ya tirk re hêza xwe xurt kir. Bloka Demokrasî û Azadiyê û Kedê pêk anî. Ev bloka bi sosyalîstên tirk ve hat bi nav kirin.

Gorî nerînekê, PKK/BDPê hatiye guhertin û demokrat bûye, loma jî bi kurdên derveyî xwe re û bi hêzên sosyalîst yên tirk re tîfaq pêk anıye.

Ez bi xwe ne di wê nerînê de me. PKK/BDPê bi awayê baasê ji bona ku hegemeonyaya xwe xurt bike, ji derveyî xwe hêzên muxalîf yên kurd nehêle, ev taktıka meşand. Sosyalîstên tirk bi xwe di nav civatê de xwediyê qiymeteke siyasî nîn in û di civatê de wateyek wan ya sosyolojîk jî tune ye.

Di encamê de PKK/BDPê ew kurdên muxalîf girt nav xwe, hem ji aliyê psîkolojîk de û hem jî ji aliyê siyasî de bi serket.

Taybetî jî piştî hilbijartinê bi sosyalîstên tirk re biryara partiyek nû jî derdixe, holê ku PKK/BDPê naxwaze bibe partiyek kurd û kurdistanî. Dixawazin bibin partiyek giştî ya sıstemê û bi sîstemê re entegrebûnê xurt bike.

Gorî baweriya min dewleta tirk jî, beriya 36-37 salan ev siyaseta projekiribû û ji bona ku kurdan ji serxwebûna Kurdistanê dûr bixe dûr li pirsê mêzekiribû. Bi vê û bi gelek awayên din aşkere bûye ku dewleta tirk di projeya xwe de biserdikeve.

                                                                 *****

Di hilbijartinê de Partiya AKê û PKK/BDPê bi qezenç derket.

Parrtiya Akê ji sedî pêncê deng girt. Riya hikumetbûnê jê re gelek bi hêsanî vebû.

PKK/BDPê jî, her çiqas dengên xwe zêde nekiribe jî, parlamenterên xwe zêdekir, 36 parlamenter qezenç kir. Pişt re yek parlamenterê wan -Xetîp Dîcleyî- ji parlamenterî hat xistin.

                                                                 *****

Dema ku gorî encama hilbijartinê li Kurdistanê bê mêzekirin tabloyeke gelek balkêş derdikeve holê. Kurdistan ji aliyê tabloya hilbijartinê de gelek biçûk bûye. Li 6 bajaran BDPê piranî girtiye. Li wan bajaran Partiya Akê jî hêzek girîng e. Li hemnû bajarên din yên Kurdistanê Partiya Akê yekemîn e. BDPê li çend bajaran jî dengên bilind girtine.

Divê kurd li ser van encaman pirralî rawestin. Dema ku mirov li encama hilbijartinê mêzebike, tabloya Kurdistanê gelek bêreng û nexuyayî ye.   

                                                                *****

Rewşa Dersîmê gelek taybet e. Divê mirov li ser Dersîmê bi taybet raweste.

Li Dersîmê CHPê herdu parlamenter qezenç kir. Ew jî tê wateyê ku li Dersîmê rastî jî “sendroma Stockholmê” pêk hat.

Dersîmiyan deng dan qetîlên xwe. Tê zanîn ku CHPê, Atatirk û înonu li Dersîmê qetlîam pêk anîbûn.

Salên dawî jî, li meclîsê û li derveyî meclîsê ev pirsa gelek car hat niqaşe kirin. Gelek rastiyên tehl yên dîrokî derketibûn holê. Xuya ye ku gelê Dersîmê ev rastiyan hîç cidî negirtine.

Loma jî divê hemû kurd, bi taybetî jî tevgera çep ya trk û PKKê ji bona Dersîmê xwe ji çav derbas bikin.

                                                         *****

BDPê, ji bona ku Xetîp Dîcle wek parlamenter nehat pejirandin û destûr nehat dayîn ku 5 parlamenterên wan ji hepsê derkevin, biryar girt ku meclîsê boykot bike. Ew boykota BDPê dom dike.

BDPê, ji bona ku protestoyê xwediyê heq e. Lê meclîs boykotkirin gorî konsepta ew dipejirînin ne rast bû. Dikarî awayek din ya protestoyê bidîta. Lewra BDPê meclîsê û dewleta unîter meşrû dibîne.

                                                                 *****

Ji destpêkê de BDPê şaşiyek mezin dike. BDPê îdia dike ku li ser navê kurdan terefek e.  Daxwaz dike ku bi riya aşitî pirs çareser bibin. Ji bona vê jî du teref pêwîst in. Terek jî tirk û li ser navê tirkan beriya hilbijartinê jî diyar bû ku Partiya Akê ye.

Hezar mixabin BDPê ew rastiya neda ber çav, ji Partiya Akê re dijiminitiyek dijwar kir û hemû pirên navbeyna xwe û hikumetê şewitand û xera kir.

Di pêşerojê de ev jî bi serê xwe pirsgirêkek e.

 

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Amed, 09. 06. 2011

Back to top button