Bangek ji raya giştî re

 

Nêzik bunîya “24 a Tîrmehe ke nu de, em wek gel hêj jî encamên pir giran dijîn û pir bedêlan dane dîyare hêj jî em dê bidin. “Peymana Lozan ya parvekirina Emperyalîst” me bîrve nekirîye û em dê bîrve nekin.

 
Tu jî bîrve neke!..

 
Pêymana Lozanê, peymana dabeş kirin û parve kirina Kurdistanêye, herweha avakirina dewletên dagirkeran ku welatê me dagir û tevlîkirinê ye, peymana kebul kirin û pecirandina sînorên sîyasî û danasîna navneteweyî ye. Bi kurtî “Taya dardakirinê” ku di hustîya gel û netewa me bi xwe ye.

Peymana Lozanê; Piroje ya Emperyalîzmê ku di rojhilata navîn de avakirina dewletên hevkar û dagirkeran ya sunî ye.

Rojhilata navîn de, ji bo Kemalîstan, Baasîyan û rejîma Mollan 24 ê Tîrmeh ya 1923 peymana Lozanê wek fermana “seneda tapo” ya dagirkirdinê ye , “talan” kirina xêr û berên welatê me ye,  em vê peymanê qebul jî nakin, nas jî nakin.

Welatên metîngeh li hêleke, netewên ku bi hevre dijîn an jî mintikayên piçuk ên muxtarî bun dewletên serbixwe, “biryarkeran” bêyî me, ser navê me “konfederalîzma ekolojîk” , “konfederalîzma demokratîk” ku çîye kes nizane, beramberê tu statuyê nabe, an jî “netewa demokratîk” , “muxtarîya demokratîk” wek boyax kirina sîstem û statukove, xebata nûjen kirina peymana Lozanê dike.

88 sale ku netewa Kurd dijî “Lozana yekem” berxwedide, bêguman bi boyaxkirin û sepandina “Lozana duyem” re jî emê dij derkevin û qebul nekin.

Çawa ku me Lozana yekem qebul ne kiriye, Lozana duyem jî em dê qebul û nas nekin .

 

Tu jî qebul neke!..

Peymana Lozanê parvekirina Emperyalîst ku “seneda tapo” ya welatême û wek tayê dardakirinê ku di hustîyê netewa mede ye, ji bo qêrîn û red kirina vê peymanê..

Wek netewan ku xwedî mafên xwe dinyayêde dijîn û bikar tînin, em jî bi daxwaza mafê çarenusîya xwe biqêrîn.

Tarîxa ku fermana me hatîye îmzabuye, 24 Tîrmeh 2011 Roja şemî seet: 13:00 ê de, cîhê îmze ber Kesra UŞÎ emdê bicivin.

 

Tu jî beşdar be!..

Em hêz û dengê xwe bînin ba hev û xurttir biqêrin.. JI PEYMANA LOZANÊ RE NA!..

 

QOMÎTA DİJÎ PEYMANA LOZANÊ

Nêrînek

  1. Kiryara Lozanê ji alîyê gelê Kurd va nê pejirandin! Dibê ku ji alîyê sîyaset û ronakbîrên Kurd va werê pejirandin. Lê tu sîyaset û ronakbîrên Kurd jî, bi hêsteke zanistî û hemdemî xwasteka gelê Kurd nanîne ber çavan û ji gelê Kurd nepirsîne!\nBi hezaran sal bû, ku gelê Kurd berxwedidê û komkujên herî mezin lê hatê çêkirine!Gelê Kurd tu caran naxwazê bê heysîyet jîyana xwe dom bikê.\nJîyana bê kesayet, mirin pirr jê çetire!\nPêwîste sîyaset û ronakbîrên Kurd xwasteka dengê gelê Kurd, bigrin û jê zanabin!\nEz nivîskar û helbestvanê gelê netewa Kurd Feqîr Ehmed.\nSilav û rêz.Feqîr Ehmed..

Nerîna min :