Polîtîk

Hikûmeta nû beriya Newrozê amade dibe

Endamekê polîtbûtoya Partiya Demokrata Kurdistanê ji rojnameya Rûdawê re eşkere kir ku beriya cejna Newrozê Nêçîrvan Barzanî dê pêkhateya kabîneya xwe, ji bo pêdana baweriyê,  pêşkeşî parlamentoyê bike.

Partiya Demokrata Kurdistanê û yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê li hev kiriye ku, eger tu aliyên opozisyonê yan hêzeke din beşdariyê di hikûmeta nû de neke, wezaretên wan her weke  xwe bimînin, nago: wezareta karên  navxwe, dermatên xwezayî, şaredarî û tûrîzim, pilandanan, zîraet, perwerde û dad pişka Partiyê bin û wezareta darayî, pêşmerge, şehîd û enfalkiriyan, avadankirin, tendirust, karûbarên civakî û xwendina bala jî pişka Yekêtiyê bin.

Li gor heman çavkaniyê, Şêx cefer wezîrê pêşmerge, Asos Necîb wezîra karûbarên civakî, Kameran Ahmed wezîrê avadankirin û mamoste Aram wezîrê şehîd û enfalkiryên dê li cîyê xwe li ser postên xwe berdewam bin.

 

Partî jî dê sê wezîrên xwe li cîyên wan bihêle; Aşitî Hewramî wezîrê derametên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê û Kerîm Sincarî wezîrê karên navxwe, lê hêjî nediyare ka dê Kerîma Şingarî li cîyê xwe bimîne yan na.

 

Back to top button