Divê êdî konferansa netewî neyê dereng xistin
Heyeta BDP û KCD yên ku, li ser vexwendina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibûn Hewlerê, bi nûnerê Federasyona Saziyên Sivîl, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê û Bizotneweya Îslamî re hevdîtin pêk anîn. Şanda KCD û BDP’ê ku ji hevserokên KCD’ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, hevserokê giştî yê BDP’ê Selaheddîn Demîrtaş, parlamenterên BDP’ê Nazmî Gur, Sirri Sakik, parlamentera Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Amedê Leyla Zana, endamê Meclîsa Daîmî yê KCD’ê Cabbar Leygara pêk dihat, duh serdana Kampa Mexmûrê kirin.
Şand bi Federasyona Saziyên Sivîl ên herêma Kurdistanê, serok û endamê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê û sekreterê Bizotneweya Îslamî re hevditin pêk anîn.
Li gor Rûdawê, di hevdîtina digel Federasyona Saziyên Sivîl, hevserokê giştî yê BDP’ê Selehatîn Demirtaş da zanîn ku êdî gelê kurd li herderê di êşan de jî di kêfan de jî yekîtiya xwe çêkiriye û wiha got:
– Em yekîtiya neteweya kurd pirr girîng dibînin û ji bo wê jî hewldanê xwe didomînin. Niha me ji bo herkesî eşkere kir ku ji bo konferansa neteweyî ya kurd bê lidarxistin, em amade ne hemû fedekariyan bikin. Ji bo wê jî divê êdî konferansa netewî neyê dereng xistin û zû pêk bê.
Demîrtaş, bal kişand ser girîngiya konferansa neteweyî û got:
– Kurdan di sedsala borî de li ser axa xwe jiyanek bindest û dîl derbas kirin. Di bin zextan de bi berxwedanê domand. Lê sedsala pêşiya me ger bixwazin azad bijîn, kilîl di destê me deye. Me bi berxwedana xwe polîtîkayên dewletên li hemberî xwe şikand. Em niha ji hemû gelê Rojhilata Navîn bi rêxistintir in. Niha li herêma Kurdistanê di warê aborî de pêşketinên mezin hene. Lê pêwîste li cem van pêşketinên aborî, demokrasi jî pêş bikeve. Lazim e aborî û demokrasî bi hevre bi meşin. Di vir de rola saziyên sivîl pir giringe.