Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê êrîşa Merîwanê şermezar kir

Berî çend rojekan li devera Merîwanê (rojhilatê Kurdistanê) grûpeke çekdar êrîşî baregayekî leşkerî yê leşkerê komara Îslamiya Îranê kir û hijmareke leşkeran kuştin, li gor hindek zaniyariyan, wê grûpa çekder xwe ji herêma Kurdistanê gihandiye cîyê bûyerê. Li ser vê yekê berdefkek binavê hikûmeta herêma Kurdistanê ev daxuyanî da:

Em dilgiranî û nerazîbûna xwe li hember wê kiriyarê nîşan didin û bi dijawarî mehkum dikin. Em tekîd jî dikin ku nabe tu hêz û alî ji axa herêma Kurdistanê êrîşan bibin bo ser dewletên cîran. Ji bona parastina asayîş û têkeliyên dostane yên navbera herêma Kurdistanê û welatên cîran de jî, pêwîste hemû alî li gor qanûnên navdewletî û berjewendiyên cîrantiyê tevbigerin û rê li pêşiya kiryarên bi vî awayî bigirin.

Em di wê bawerê de ne ku kiryarên bi vî awayî berî her tiştî dê ziyanî bigihînin berjewendiyên xelkê Kurdistanê û şêniyên devrên ser sînor zerermend bin û dê rewşeke nearam û bi tirs dirust bikin.

Ji ber vê yekê hikûmeta herêma Kurdistanê bi cidî dê bixebite daku rê li pêşiya dubarenebûna wan êrîşan bigire. Hikûmeta herêma Kurdistanê daxazê ji hemû aliyan dike ku bi zimanê diyalog, bi canê berpirsiyariyê û lihevtêgihiştê hemû pirsgirêkan çaresr bikin bi awayekîê ku di xizmeta aramî û berjewendiya deverên de be.

Back to top button