Cîhan

Di 20 rojên xwepêşandanên li Sûriyê 123 kes hatîne kuştin

Yekîtiya Navdewletî ya Mafê Mirovan (FIDH), aşkere kir ku ji 18ê adarê heta 1ê nîsanê di xwepêşandanên li dijî  Sûriyê de 123 kes hatine kuştin.

International Federation of Human Rights (FIDH) di rapora xwe de ya ku ji aliyê rêxistina FIDHê ya li Şamê de “Navenda Şamê bo Lêkolînên Mafê Mirovan” hatiye amadekirin, navên 123 kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin hene, her wiha cî û roja kuştina wan hatiye diyarkirin.

FIDHê aşkere dike ku tenê di 23ê adarê de 40 kes li çend deverên cihê û  Deraa hatine kuştin, her wiha di 1ê nîsanê 16 kes li Dûma bakurê Şama paytext, hatine kuştin.

Ji aliyekî dî ve çend malperên dijbereya Sûriyê navê 134 kesan belav kirin ku di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Tê zanîn, Piştî serhildanên li welatên erebî, vê carê jî li Sûriyeyê xwepêşandanan dest pê kir. Di 15ê adarê de bo cara yekem gelê Sûriyê karîbû li çend bajarên Sûriyeyê serî hilde,

Bi tevî girtin û êrişa hovane ya hêzên ewlekariyê, xwepêşandanên li Sûriyeyê ji roja 15ê adarê li Şamê de dest pê kir û li bajarên Banyas, Humis, Deraa, Dêrezor û Helebê jî belav bûn. Di 16ê adarê de jî xwedî û kesûkarên girtiyên siyasî xwepêşandanek li ber wezareta navxweyî li Şamê li dar xistin û di encamê de 35 kes ji wan hatibûn destgîrkirin.

Xwepêşandan germtir di 18ê adarê de li bajarê Deraa dest pê kirin û hêdê hêdî li bajarên din jî belav bûn û çarçoveya wê hîn firehtir bûn ku gihişt derdora Şamê û herêma kurdan li Cizîra Sûrî wek Qamişlo, Amûde û Hisiça. (AKnews)

 

 

 

Back to top button