Polîtîk

BDP hevkariyek 17 kolî pêkanî

Amadekariyên ji bo hilbijartinên hezîranê, didomin. 17 partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û tevgeran “Bloka Azadî, Demokrasî û Kedê” ava kirin û bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kirin. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku Tirkiye ne mecbûr e ku di navbera eniya neteweperest-nijadperest û eniya olî de asê bimîne û wiha got: Em ne mecbûr in ku di refên olî yên ku dewletê afirandiye de cihê xwe bigirin.”

Di xebatên hilbijartinan de ji bo lihevkirina civakî û yekitiya hêzê, BDP, EMEP, Partiya Tevgera Kedkaran, Partiya Demokrasî û Wekheviyê, Partiya Karkerên Şoreşger, Partiya Karkerên Sosyalîst ên Şoreşger, Partiya Biratiya Karkeran, Partiya Sosyalîst a Karkeran, Partiya Demokrasiyê ya Sosyalîst, Tevgera Azadî û Demokrasiyê, Eniya Karkeran, KOZ, Tevgera Yekitiya Sosyalîst, Tevgera Partî ya Pêşeroja Sosyalîst, Platforma Piştgiriyê ya Sosyalîst, Platforma Azadiya Civakî û Rastiya Tirkiyeyê, bi tevahî 17 partiyên siyasî, tevger û rêxistinan, “Bloka Azadî, Demokrasî û Kedê” ava kir û bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, serokên partiyên din û berdevkên saziyan beşdarî civîna ku li Otela Hill a Taksîmê hate lidarxistin, bûn.

Demîrtaş li vir axivî û got ku di sîstemên parlamenteriyê de ji bo demokrasî bipêş bikeve, hilbijartin xwedî ciheke girîng e, lewma jî derdorên ku alîgirên ked, aştî û demokrasiyê ne dema ku ji bo hilbjartinên 12’ê Hezîranê bibin yek, dê nîşan bidin ku bêalternatîf nînin. Demîrtaş destnîşan kir ku Tirkiye di hilbijartinan de ne mecbûr e ku di navbera eniya neteweperest-nijadperest û eniya olî de asê bibe. Demîrtaş da zanîn ku li Tirkiyeyê çand, ziman û baweriyên cuda hene û ew jî ji bo ku hemû kes bikaribin xwe îfade bikin, ji bo hilbijartinên 12’ê Hezîranê Bloka Azadî Demokrasî û Kedê ava kirine û bi vî rengê amadekariyên xwe dikin. Demîrtaş piştre metna hevpar a bi navê “Gelê me bêalternatîf nîne” hatibû amadekirin, bi çapemeniyê ve parve kir.

Demîrtaş da zanîn ku AKP, CHP, MHP û hemû partiyên sîstemê yên ku xwe dispêrin hiqûqa 12’ê Îlonê, ji bo ku îradeya gel di meclisê de neyê temsîlkirin, benda hilbijartinê ya ji sedî 10 a ku li tu deverên cîhanê nîne, anîne û bi vî rengî rêgeza temsîla adilane hatiye binpêkirin. Demîrtaş wiha berdewam kir: “Ev jî ne bes e, AKP, CHP û MHP bi milyaran pereyên ku ji gel tên stendin, digirin. Di navbera partiyan de newekheviyeke mezin dikin. Di rewşeke çapemenî jî hatiye kontrolkirin û di bin pêkutiyê de ye, careke din di hilbijartinan de dixwazin îradeya gel teslîm bigirin.” Demîrtaş got ku nikarin tu carê vê rewşê qebûl bikin. Demîrtaş da zanîn ku pirsgirêka kurd hê jî birînek e, li herêmeke welat şîdet serdest e û hikûmet li şûna ku vê pirsgirêkê çareser bike, ji bo dengan bigire, polîtîkayên yekferaset didomîne. Demîrtaş wiha axivî: “Îradeya bi milyonan kesan nayê dîtin. Bi destê AKP’ê pêkutî û bêdadî tê pêşxistin, muxalif, rojnameger, sosyalîst tên girtin. Di bin navê dozên KCK’ê de nûnerên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, ji parastina bi zimanê dayîkê jî têne bêparkirin.”

Demîrtaş, diyar kir ku biryara bi namzetên serbixe tevlî hilbijartinê bibin girtine û li gel hemû derfetên bêdadî, wekî Bloka Azad, Ked û Demokrasiyê dê li meclisê bi hêz bin. Demîrtaş wiha got: “Em wekî hêzên ked, demokrasî û azadiyê, ji bo ku ji vê yekê re bêjin bes e, hatin cem hev. Li hemberî bloka nijadperest a olî û bloka netewperest, em ji bo têkoşîna azadî, wekhevî, demokrastî û makezeganoke civakî, hatin cem hev”

Piştî axaftina Demîrtaş, Endamê MYK’ê yê EMEP’ê Erdal Îrmek, Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst Sevîm Bellî û Seroka Giştî ya EHP’ê Sîbel Uzun, ramanên xwe yên têkildarî blokê parvekirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku bloka pêk hat, tenê ji bo hilbijartinê nîne. Piştî axaftinên nûnerên rêxistinan, pirsên rojnamegeran hatin bersivandin. Rojnamegeran ji Demîrtaş re sûcdariya Serokwezîr li wan kir, a wekî “Cudakarî xistin nav olê” pirsîn.

Demîrtaş, xwest ku Serokwezîr beriya ku sûcdariyan bike, bila guh bide daxwazên gel û wiha got: “Tu daxwazên gel ên bi hefteyan in li qadan in nebînî, pişt re tu dê rabi daxuyaniyê bidî, ev bêçaretî ye. Em 4 daxwazên bingehîn dikin, li hemberî van daxwazan gotina te çi ye? Melayên taybet dişînin herêmê. Biryara vê yekê, di civîna MGK’ê de tê girtin û hê dişînin. Serokwezîr li her derê mijarê diguherîne. Bersiva daxwazên me nade û li her derê êrîşî partiya me dike û mijarê manîpule dike. Em ji gelê xwe dixwazin ku li dû van melayan nimêjê nekin. Di artêşê de melayên propagandeya Fethullah û AKP’ê dikin hene. Ji xwe em behsa melayên diyanetê peywirdar kirin, nakin. Tu pirsgirêka me bi mizgeft, nimêj û olê tuneye û bêhurmetiya me jî nîne. Gelo mizgeft mala dewletê ne? Mizgeft mala Xwedê ne. Serokwezîr ji xwe metîngeriyê dike. Ol di bin kontrola wî û dewletê de nîne. Gel li qadan nimêja Înê bike, tenê ya dikeve ber Serokwezîr, rûmetê nîşanî vê yekê bide ye.”

Demîrtaş, da zanîn ku gel baş dizane mela bi kîjan armancê li herêmê peywirdar in û wiha axivî: “Gel dizane ku propagandaya cemaetê û AKP’ê dikin. Gelê me wan qebûl nake. Ji xwe divê gelê me li cem melayên fethullahçî û nijadperest nimêj neke. Berê Artêşa Mela derket niha jî dixwazin Artêşa Melayan ava bikin. Tu ferqa wan ji JÎTEM’ê tuneye.”

ANF

 

Back to top button