Kultur

Şano: ş-epîlog

Ş-EPÎLOG

“Xwezî anuha ev gotinên min bihatana nivîsandin!
Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana!
Bi pênûseke hesinî, bi qurûnê
Li zinaran bihatana kolanê ko her û her bimana.”

 Hebûn û tunebûna lîteratura kurdî, Celadet Elî Bedirxan û Ehmedê Xanî, hêmayên xwendin nivîsandina kurdî, di îroka Hesenê Metê Epîlogê de xwe dide der.

Epîlog bi qerfreşiya xwe ji berhem dertê û tê ser sehneyê. Lehengê Epîlogê “Darînê Daryo” bi şa nivîskariyê dikeve û hewl dide xwe ku binîvise. Lê belê her tişt berevajî dibe, li ber xwe dide; a soxî bi ser nakeve û têk diçe.

Di destpêka lîstikê de “Sadûn” li penaberiyê dibe mêvanê birayê xwe û jê dixwaze ku “pirtûkên qelew” binivîse, da ku bi xwe re bîbe welêt. Sadûn naxwaze destvala vegere. Li ber Darîn digere, hêviya malbat û eîr radigihînê û daxwaza pirtûkan jê dike. Darîn, hew dizane çi bike. Edî neçar dimîne û dest davêje karê nivîsandinê. Ji bo nivîskarî û xwendina kurdî pêdivî bi çi hebe dixwaze pêk bîne. Darîn biryara xwe dide û êdî dev ji nivîskariyê berdide!

Darîn Daryo, di gotina xwe ya dawî de li hemberî malbat û miletê xwe stûxwar e! Pariyeke vê îrokê parodiya nivîskarî û kşeyên kurd ye. Lehengê lîstikê di lêgerînek têkûyî de îroniya xwendin nivîsandina kurdî berbiçav dike. Xweziya Darîn di gotina dawî de wisa tê ziman: “Xwezî anuha ev gotinên min bihatina nivîsandin!”

 

 

Ş-EPÎLOG

 

Derhêner : Baran Demir

Ji îrokeke : Hesenê Metê

Dramaturg : Çetoyê Zêdo

Muzîk : Murat Öztürk

Lîstikvan: Deniz Sal, Baran Demir, Aysu ür

Dekor /: Dilek Eniş

Kostûm  : Yuksel İnce

Ronahî  : Îbrahîm Turgay

Back to top button