Polîtîk

Hikûmeta Iraqê weke pêwîst alîkariya penaberan nake

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, pêşwazî li (UNHCR) ji bo karûbarên Iraqê kir.
 
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Şoko Şîmozawa seroka nû ya komisyona balaya serbixweya penaberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve (UNHCR) bo karûbarên Iraqê kir û paşî di civînekê de rewşa penabran, bi taybetî penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê hat nirxandin.
 
Bi minasibeta destbikarbûna wê weke seroka nû ya komisyona balaya serbixweya penaberan (UNHCR) li Iraqê, serokwezîrê Kurdisanê pîrozbahî li Şîmozawa kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
 
Seroka UNHCRê, li hember hewandin, alîkarîkirin û dabînkirina pêdawîstiyan bo penaberan, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar kir û got ku, di warê wergiritn û hewandina penaberan de hikûmeta herêma Kurdistanê roleke mezin lîstiye, û ”penaberan pêwîstî  bi alîkarî û hevkariya zêdetir a Neteweyên Yekgirtî  û civaka navdewletî heye, ji ber ku, tê pêşbînî kirin ji ber rewşa aloza Suriyeyê bo demek dirêj ew penaber li herêma Kurdistanê bimîn in.”
 
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got ku, hikûmeta Iraqê weke pêwîst alîkariya penaberan nake û ”hikûmeta Iraqê bi awayekî  wisa refarê dike qey ku, ev penaber  li Iraqê nebin.”  ji ber hindê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kir ku, hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî pal bidin daku zêdetir alîkariya pêşkeşî penaberan bikin  û pêdawîstiyên wan dabîn bikin.
 
Di beşeke din a civînê de rewşa penaberên navxwe yên ku ji ber rewşa aloza emnî ji deverên din yên Iraqê, bi tyabetî ji wîlyeta Enbarê li rojavayê Îraqê, wîlayeta Mûsilê û hin deverên din hatine herêma Kurdistanê hat behis kirin.

Back to top button