D.X.B. hevkariya seretayî gihande koçberên Mûsilê

Roja 11/06/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ya ji bo alîkarîkirina wan malbatên ji parêzgeha Mûsil ku hatine Herêma Kurdistanê, li helmetek da hejmarek pêdiviyên seretayî gihande koçberên bajarê Mûsil ku niha li bazneya Xazir hatine nîştecîh kirin.

Piştî têkçûna rewşa emnî û tehdîdên li ser bajarê Mûsil, hejmareke zêdeyê malbatên koçber xwe spartin bajarên Herêma Kurdistanê, beşek ji wan li bajarê Hewlêrê nêzîkî bazneya Xazir hatin nîştecîh kirin, ji bo vê mebestê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hejmarek hevkarî û pêdiviyên rojane gihandin wan xêzanan, ku hevkariyên wan jî ji (ava xwarinê, kek, zebeş, xiyar) pêkhatibûn.

Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê destpêkirina helmetên dezgehê yên ji bo malbatên koçberên parêzgeha Musil, ragihand: Me pêwîst zanî wekî erkekî mirovî alîkariya wan malbatan bikin ku bi sedema xerapbûna rewşa emnî û berdewamiya şer hatine Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî li bajarê Hewlêrin. Ji bo wê yekê wekî destpêka karê xwe îro me hejmarek pêwîstiyên seretayî ji bo wan dabînkiriye. Ew jî ji ava xwarinê û kek û zebeş û xiyar pêkhatiye, ku eve pêwîstiya rojanene û ew malbat ji ber germaya havînê û nebûna xwarinê jiyana wan berev xerapiyê diçê. Ji bo wê yekê wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl didin li rojên pêş da pêdiviyên din ji bo wan dabîn bikin, lê belê em li benda dirustkirina wan kampane ku biryare ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve bê dirust kirin, wê demê karwana hevkarî û yarmetiyên me ji bo malbatên penaberên parêzgeha Mûsilê dest pêdike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: