Hikûmet li dijî vegerandina bi zorê ye
Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û gêncan li Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke rêxistina senterê rahênanên teknolojiya ewropî AGEF kir.
Di dîdarekê de, şandeya mêvan armanca serdana xwe ya bo herêma kurdistanê diyar kir û got ku di van rojan de dê şandeyeke hikûmeta Norvêjê serdana herêma Kurdistanê bike û bi rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê re behsa rewşa penaberên kurd li Norvêjê û vegerandina wan bo herêma Kurdistanê bike, û şandeya mêva got ku ew hatine da zemîneyê ji bo serdanan şandeya norvêjî xweş bikin.
Serokê şandeya rêxistina senterê rahênanên teknolojiya ewropî AGEF got ku eger hikûmeta herêma Kurdistanê û şandeya hikûmeta Norvêjê li ser vegerandina penaberên kurd ji Norvêjê bo herêma Kurdistanê rêkneketin, dê rêxistina wan li ser vekirina kursan û rahênan gêncan di warên cihê de li herêma Kurdistanê berdewam bin.
Wezîrê rewşenbîrî û gêncan ji alitê xwe ve tekîd li ser helwestê sabit ê hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku hikûmeta Kurdistanê li dijî wê yekê ye ku penaberên kurd ji Norvêjê ji hemû welatên din bi zorê vegerînin bo herêma Kurdistanê û got ku divê hemû alî bi hev re sedemên koçkirina gêncan bo derve destnîşan bikin û ji bo çareserkirina wan sedeman bi hev re bixebitin