Polîtîk

Ak-Partiyê bi xwe, destê xwe girêdaye

Enqere – Serokkomarê Tirkiye Abdulah Gul jî tevlî gengeşeya dadwerî bû. Eve çend rojin hinek dezgehên dadweriyê dijê hukumetê di nav çelakiyekî de ne. Serokê CHP-ê Baykal gelek bi aktîf pişgiriya van dezgehên dadweriyê dike. Hukumet li himber daxuyanî û hinek bûyeran bi tundî helwest danî. Lê tu çareserî  naxweye. Bawerî ewe ku yek rêya çareseriyê heye ku; hukumet di varê dadweriyê de reformekî bike. Heta ev destûr û ev qanûn li Tirkiye hebin kesek nikare gavekî bevê je.
Bi awayek din mirov dikare bêje hukumetê Ak-Partiyê bi destê xwe, xwe perîşan dike. Ji ber ku eve heft sale  dikariya destûrê biguhere lê nekir. Sedemê vê kesek heta niha bi başî fam nekiriye. Bi hezaran nirxandinên guhertî li ser vê helwesta hukumetê tê kirin.
Doh serokkomar Gul jî di derbarê pirsgirêka dadweriyê de li ser pirsek ya rojnemevanekî dîtinên xwe gotin, Gul got: “ Divê Tirkiye ji van minaqeşeyên berteng derkeve. Tişta ku pêwiste bête kirin gelek vekiriye. Divê rojek zûtir reformek di dadweriyê de bête kirin. Ev reform dive pozitîf bêne kirin. Prosedur gelek vekiriye , Tirkiye prosesa ketina Yekiya Ewropayê de ye. Divê guhertinên dadwerî jî li gora normên Evropa bêne îêkirin..“

Back to top button