Civak

Lêpirsînek di derbarê hilbijartina de

Li gor şirove û rapirsiyên bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê tên kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgehên Hewlêr, Dihok û Mûsilê li ser astê aliyên Kurdî dibe yekem. Silêmanî di destê Tevgera Goran de dimîne û li beramber vêna dengên piraniya Kurd li Parêzgeha Kerkûkê bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diçin.

Li ser astê hemû dengên Kurd jî li wan 6 parêzgehên ku qewareyên siyasî yên Kurd hevrikiyê li ser dikin, PDK wek partiya yekem derdikeve, lê belê hê nediyar e YNK û Goran kîjan ji wan di rêzbenda dûwem de cîh digrin. Li gor rapirsiya ku encamên wê nehatine eşkerekirin û şiroveyan, Silêmanî ku xala yekalîkirinê ye di leyistika hilbijartinê de, ji 9 lîsteyan ku hevrikiyê li ser 17 kursiyan dikin, tenê 4 lîste: Hevpeymaniya Kurdistan, Lîsta Goran, Komel û Yekgirtû ya Îslamî di wê hevrikiyê de kursiyan bidest tînin.

Ger di nav milyonek û 96 hezar dengderên Silêmanî de rêjeya beşdarîkirina dengderan bighe ji sedî 70ê, wê demê nêzîka 770 hezar kes tevî dengdanê dibin, bi wî awayî jî nirxê her kursiyekî nêzîka 45 hezar deng dibe.

PDK ji niha ve xwe serkeftî dibîne û li Parêzgeha Dihok û Mûsilê jî aliyên din ên Kurdî zêde wek hevrikê xwe nabîne, bi vêna jî PDK hest dike tenê li wan herdû parêzgehan 16 kursiyên wê yên misoger hene. Berpirsê Dezgehê Hilbijartinan ê PDKê Cafer Êmînkî ji xwe bawer dibêje: ‘’PDK li hersê parêzgehên Hewlêr, Dihok û Mûsilê dibe yekem.’’ Li Silêmanî û Kerkûkê jî ger 4-5 kursî bidest bîne di hilbijartinê de yekem derdikeve. Derbarê jimara kursiyên PDKê li seranserî Kurdistanê jî Êminkî got: ‘’Emê di navbera 26-32 kursiyan de bînin.’’

Ya balkêş çavdêrên biyanî jî her pêşbîniya encameke bi wî awayî dikin. Di vê derbarê de Pisporê Karûbarê Rojhilata Navîn û Efrîqa Bakur, Lêkolerê Siyasî li Peymangeha Global Policy a Brîtanî Prof. George Goffe bo Rûdawê wiha pêşbînî dike: ‘’Pêşbînî dikim vê carê jî Tevgera Goran dengekî baş bîne, dibe ku ji hilbijartinên borî baştir jî be.’’

Prof. George Goffe wiha axifî: ‘’Evna jî bi wê yekê ve girêdayî ye ka Tevgera Goran heta çi astekî dikare çalak be û xwedan bingehekî bihêz be. Pêşbînî dikim zêdetir zerar bighe YNKê li gor PDKê, ji ber bingehekî PDKê yê bihêztir heye.’’

Ji ber wêya li Silêmaniyê 17 kursî û li Kerkûkê jî tenê 12 kursî hene, bidest anîna piraniyê li Silêmaniyê encamên hilbijartinê yekalî dike. Berpirsên YNK û Goran jî her yek ji wan tekez dikin ku li herdû parêzgehan ewê yekem bin. Di daxwiyaniyekê de bo Rûdawê Endamê Polîtburoya YNKê Sadî Ehmed Pîre got: ‘’Tevgera Goran gelekî ber bi paşde çûye. Li gor wan rapirsiyên ku xelkên din kirine, rewşa Goran xirab e.’’

 

 

(Rudaw)

Back to top button