Hikûmet kiryara terorîstiya Koyeyê şermezar dike
Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de kiryara terorîstiya bajarokê Koyeyê ser bi wîlayeta Hewlêrê, şeva 21.12.2016ê, ku ji encamê peqîna du bombeyan pênc pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û du karmendên Asayîşa bajêr şehîd bûn. bi dijwarî şermezar dike û sersaxiyê li malbatên şehîdan dike.Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:- Em dê bi hemû îmkanên xwe lêbixebitin ku encamderên wê kiryara terorîstên û yên li pişt wê kiryarê, bên girtin û li gor qanûnê bi cezayên xwe bigihin.Hikûmeta Kurdistanê tekîd dike ku pîlanên dijminan li hemberî gelê kurd dê hetim rastî şikesin û pêçbûnê bin. Weke tê zanîn şeva 20 li ser 21ê çileya pêşîn, du bombe li nêzîk baregayê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê, li bajarokê Koyeyê ser bi wîlayeta Hewlêrê, peqaîn û di encamê de pênc pêşmerge yên wê partiyê û du karmendên Asayîşê şehîd bûn. Ew kiryara terorîstî di demekê de qewimî ku ew partî mijûlî birîvebirina merasim aşeva Yelda û roja jidaykbûna rêberê wê partiyê Qasimlo bû.