Nivîsar

Em li nêrxên pîroz xwedî derkevin

Rojevakurd pirsî û Kemal Tolan bersiv da. Tolan dibêje: Em ji van symbol û nirxên xwe yên pîroz ra xwedî derkevin, Rojevakurd: Alaya  Kurdistanê berî hebûna partiyên siyasiyên kurdistanî hebû û gelê kurd her ji deme şoreşên berê bi taybetî li bakur heta digehe komara Kurdistan li Mihabad û şoreşa Îlonê li başûr kurdan ew ala parast û weke alaya xwe ya neteweyî dizane.Di roja îro de ew ala li ser parlamento û hikûmeta Kurdistanê bilind diheje û li gelek welatan jî îtîraf pê dikin û li civînên fermî li ser masê tê danîn. Ew ne alaya partiyekê, lê alaya kurdan e.Ew alayê bûye beşek ji dîroka kurdan ji aliyê hin partiyên kurdan yên weke PKK/PYDê vê tê şewitanin û bê hûrmetî pê tê kirin. Gelo hûn vê yekê bi çi ve girêdinin û bi çi awayî dinirxînin? Kemal Tolan Ez weke kesekî Êzdî û ne siyasetvan dibêjim, ev symbolên li ser ala Kurdîstanê(rengê kesk, sor, sipî, zer û nûra rojê), ji berê ve  di nav Êzdîtiyê de gelekî pîrozin û ew lewma jî li ser ala Êzîdxan-Kurdîstanê mîna nirxên ol û netewa me hatine  parastin. Kî ji we birêzan bixwaze bi berfireyî bizanibe, ka wate û pîroziya van symbolên li ser ala Kurdî, di nav ilm û qewlên Êzdîtiyê de çewa hatine parastin, bila keremke li vê gotar min* binêre!Ez hêvî ji hemû endamên ol û civakên Kurdistanê dikim ku, em ji van symbol û nirxên xwe yên pîroz ra xwedî derkevin, em van kes û rêxistinên ku ji bo berjiwendiyên xwe yên siyasî, êrîșî ser ala me ye netewî dikin û dișewitînin bi tûndî șermezar bikin!Her weha em ne hêlin êdî, tu hêz car dinê mafên ol û civakên Kurdî ji bo armancên kesayetî, rêxistin û siyaseta xwe bikine qurban! Gelek silav û rêz,Kemal TolanBerhevkar û xemxwarê zargotina Êzdîtiyê 19.12.2016*Kemal Tolan – DI  ÊZDÎYATIYÊ DE RENGÊN LI SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ  PÎROZIN !http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/rengen-li-ser-ala-kurdi.html   

Back to top button