Polîtîk

Em Êrîşa Li Dijî Pêşmergeyên HDK Rojhilat Bi Tundî Rûreş Dikin

Em Êrîşa Li Dijî Pêşmergeyên HDK Rojhilat Bi Tundî Rûreş Dikin Şeva 20ê Çileya Pêşin a 2016an, li bajarê Koyê ya Başûrê Kurdistanê, 2 teqîn li pêşîya baregeha Mekteb Sîyasî ya HDK Rojhilat çê bûn. Di encama van teqînan de li gorî zanyarîyên heyî 7 pêşmergeyên HDK Rojhilat û karmendekî Asayişa Koyê şehîd bûn e, 12 jî birîndar hene.. Em vê erîşa hovane bi tundî rûreş dikin. Xwedê şehîdan bi rehma xwe şad bike. Bila cîhê wan bihuşt be. Sersaxî, sebir û metanetê ji malbatên şehîdan, ji HDK Rojhilat û ji gelê Kurdistanê re dixwazin.21.12.2016 Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button