Cîhan

Kanada: Ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê divê pilaneke piralî hebe

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 21.12.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Harjit Sajan bergiriyê yê Kanadayê û şandeya pê re kir.Wezîrê bergiriyê yê Kandayê destxweşî li xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, di vê rewşa dijwar de xweragir bûne û di warê leşkerî û mirovî de bi awayekî baş pêşveçûne. Herwesa sipasiya pêşmergeyê Kurdistanê kir ku, digel şareza û pisporên kanadayî ku meşîq û rahînanê bi Pêşmerge dikin, hevahengiyeke baş heye û berheviya welatê xwe jî ji bo dabînkirina alîkariyên pêwîst, nîşan da.Şandeya mêvan got ku aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê teşwîqkere ku sermayedar û berhemhênerên biyanî ber bi Herêma Kurdistanê bên û di warên cuda de sermayeyê xwe birazînin û hikûmeta Kanadayê jî dê hewil de ku kompaniyên kanadayî jî rû li Herêma Kurdistanê bikin.Wezîrê bergiriyê Kanadayê got ku divê pilaneke berfireh û piralî bi beşdariya hemû aliyên Îraqê û navdewletî ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê hebe û aramî li deverê bi cî bibe û bawerî di navbera pêkhatan de çê bibe.Nêçîrvan Barzanî sipasiya wan hevakrî û alîkariyên Kanada di warê leşkerî û mirovî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike kir û hevahengiya navbera pêşmerge û şareza û pisporên leşekrî yên kanadayî ku maşêq û rahînanê bi pêşmerge dikin, bilind nirxand. Serokwezîr daxwaz kir ku Kanada li ser pêşkeşkirina hevkariyan , bi taybetî di warê mirovî de, berdewam be ji ber ku piştî destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê hijmareke gelek zêde ya koçbran ber bi Herêma Kurdistanê hatine û hatina wan berdewame.Serokwezîr ji şandeya mêvan re diyar kir ku di warê leşkerî de hevahengiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye û berdewamiya wê hevahengiyê bi pêwîst zanî.Barzanî jî tekîd kir ku pêwîste ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê û derdûra wê, pilaneke piralî bê amadekirin daku aramî li wan deveran bi cî bibe û bawerî vegere ku hemû koçber bo ser mal û warên xwe vegerin.Nêçîrvn Barzanî got ku, rewşa herêma Kurdistanê aram û ewleye û derfetên baş ji bo berhemanînê, niha û paşerojê, hene û dikare ev dervet ji Herêma Kurdistanê ber deverên din yên Îraqê bên guhastin û daxwaz ji şandeya mêvan kir ku kompaniyên kanadayî teşwîq bikin li Herêma Kurdistanê sermaerazandinê bikin.

Back to top button