Civata wezîrên herêma Kurdistanê di peyamekê de, bi minasibeta hatina cejna Qurbanê, pîrozbahiyê li malbat û kesûkarên serbilindên şehîdên Kurdistanê dik ku hertim ccanfedekarî û rola wan mêrxasan ji bîr naçe û hêvî dike ku ev cejin deriyê xêr û xweşiyê ji gelê Kurdistanê re veke.Ev li jêr teksta peyama civata wezîran:Bi minasibeta hatina cejna Qurbanê ya pîroz, em gerimtirîn pîrozbahiyan li malbat û kesûkarên serbilindên şehîdên nemir dikin ku tu carî canfedekarî û rola wan mêrxasan ji bîr naçe û bi xêra xûna geşa wan gelê me bi serbilindî û bi hurmet ber bi paşerojeke geş pêngavan diavêje.Em pîrozbahiyeke gerim li pêşmergeyên mêrçak dikin ku li çeperê şeref û sebilindiyê de bersînga êrîşên dirindeyên bereyê tarî û terorê girtiye.Em cejna Qurbanê li tev misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikin û hêvîdarîn hatina cejna Qurbanê a pîroz vekirina deriyên xêr û xweşiyê be ji bo gel û axa me û li pêşiya biratî, tebayî û yekrêzîya aliyên siyasî û tev pêkhateyan deriyan veke.Hemû rojên we çejin û xweşî bin û Kurdistana me jî azad, avadan û pêşketî beCivata wezîrên herêma Kurdistanê23.09.2015
Pêş
26/10/2026
Rapirsîneka herî dawî hate eşkerekirin, balkêş e..!
26/10/2026
Dê nêzîkî 5,000 çekdarên YBŞ tevlî hêzên Iraqê dibin.
Têkildar
Balkêş e ?
Close


