CivakPolîtîk

Serok Barzanî peyameke taybet belav kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovanBi helkefta hatina cejna qurbana pîroz, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û hemû misilmanên Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindê şehîdan dikim ku bi xwîna zarokên xwe darê azadiyê û nîştîman hatiye parastin û pîrozbahiyê yek bi yek li hemû Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîş dikim ku qehremanane bergiriyê li ax û gelê Kurdistanê dikin û ji bo bergirîkirina hemû mirovayetiyê bûne sengerekî polayî. Pîrozbahiyê li Haciyên Kurdistanê û rêwiyên mala xweda dikim û hêvîdarim xwedayê mezin îbadeta wan qebul bike. Hêvîdarim ev cejin bibê cihê têkşikandina yek carekiya terorîstên Da’îş û hemû koçber vegerin bajar û malên xwe.Cemawerê xweşdiviyê KurdistanêLi vê helkefta pîroz da min bi pêwîst zanî carekî din di derbarê vê qeyrana siyasî bipeyvim ku niha li Herêma Kurdistanê li holê daye. Di demek de ku gelê me bi qonaxekî hestiyar da derbas dibe û li ber derfet û hereşeyeke mezin daye, hîç pêwîst nebû ku bi vî awayî muamele li gel pirsa Serokayetiyê bê kirin û kar ji bo kûrtirkirina qeyran û têkdana bexteweriya xelkê bê kirin.Li vê pirsê da ewê li ser milên min bû, min encam da. Berî dema yasayî ya Serokê Herêm temam bibê, min daxwaza hilbijartinê kir û min erkê xwe yê yasayî bi cîh gihand, lê belê hilbijartin nehate kirin. Berê jî çendîn car min daxwaz ji Partiyan û Parlemenê kir ku vê babetê yek alî bikin, lê belê dîsa encam nebû. Bi hîç awayekî jî min daxwaz nekiriye ez li postê da bimînim. Hemû cûre nêrînekî jî red dikim ku wiha dizanin bedîlê min nîne.Li dirêjekêşana vê rewşê gelek nîgeranim û xelkê Kurdistanê jî bêzar bûye û mafê wane gileyî bikin. Bi taybetî ku qeyrana kûr serê Kurdistanê girtiye, kêşeyên li gel Bexda û qeyrana aborî û dabezîna nirxa neft û lehiya koçberan û li ser rûyê hemûyan ve jî şerê terorîstên Da’îş, ji bo wê yekê Partiyan û Parlemanê dikarîn li ber çav girtina van babetan bi awayeke guncawtir axaftinê li ser vê pirsê kiriba û berî li 23 yê Hezîrana îsal derfeta çareserkirina giriftan jî gelek bûn.Di derbarê vê qeyranê dûrî li hemû cûre dirûşm û karvedanek daxwaz ji hemû partiyan dikim ewên beşdarî Parlemenin û wan hemû partiyên ku muhlet heye ku eger kombûna pênçqolî li demeke kurt da negihîşte encamek, kombibin û bi başî bîr li peydakirina çareseriyekî rastiyane bikin ku qeyran kûrtir nebin û bi taybetî jî girift li şerê dijî Da’îş dirust nebê. Ez gelek bi başî li serweriya yasa têdigihim û divê li hemû kesek zêdetir rêz li yasa bigrim. Daxwaz dikim êdî mayîn û nemayîna min tevlî aliyeta hilbijartina Serok û desthilatan neyê kirin, ji ber ku dû babetên ji hevdû cûdane. Pêşniyar dikim hemû partî biryar li ser ewe bidin ku berî li 2017 desthilat û mekanîzma hilbijartina Serok li destûr da yek alî bibê û biryara dawî ya gel bê. Ji bo vê demê jî û ji bo Serokayetiyê çawa bi başî dizanin bila biryar li ser bidin. Biryar her çawa bê, çi berdewambûna min bê li ser erkên xwe heta hilbijartin yan li ser birêzekî din rêk bikevin bo ku emaneta Serokayetiyê radest bikim bo ku êdî xelkê Kurdistanê bi vê babetê mijul nekin û newestînin.Niha jî Kurdistan pêwîstî bi hewla hemû aliyeke ku zanayane û bi ruhekî Pêşmergane kar ji bo wê bikin bi taybetî ku li vê qonaxa hestiyar da egera dariştina nexşeya navçeyê heye. Hêvîdarim hemû aliyek gelek bi hişyariyê ve muamele li gel vê qonaxê da bikin. Xweragiriya Pêşmerge mezintirîn destan û çîroka serkeftine ji bo hemû cîhanê li beranber terorê tomar kiriye. Xweragiriya Pêşmerge û gelê me serbilindiyeke mezin bi me bexşiye û derfeta mezin jî ji bo me rexsandine. Pêşmerge li ser asta cîhanê da bûye sembola bergirîkirina biha û azadiyê û Da’îş jî sembola tawan û dirindeyî û divê hemû partî ji vê derfetê têbigihin û ji bo berjewendiya gelê me sûd jê werbigrin.Li vir da pêzanînekî minê zêde ji bo xweragiriya xelkê Kurdistanê heye ku tehemula kêşe û qeyranên vê demê de dikin. Raste qeyran heye, lê belê hêvî jî heye û nabê bê hêvî bîn. Gelek bi başî ji daxwaz û rewşa xort û ciwanên xweşdiviyên Kurdistanê jî têdigihim û mafê rewayê wane. Lê belê li hemû haletek da himbêzkirina nîştîman germtire û welat şîrîntire. Me dît bi sedan gencên xwebexş ji derveyê welat hatin û hemû xweşiyên xwe bi cîh hiştin û yarmetiya birayên xwe yên Pêşmerge kirin û ji bo welatê xwe amadeyê cangoriyê bûn. Daxwaz ji xortên xweşdivî dikim li şûna ku bîr li bi cîh hiştina welat bikin bila hêviya wan bi hêz bê, qeyran kûrin lê belê çareseriya wan jî heye. Divê bi hemû aliyek bîr li nehiştina sedemên kêşeyan bikin û li ser rûyê hemûyan ve jî erkê Hikûmet û Parlemen û Partiyane.Çaksaziya proseyekî pêwîste û yek ji bingeha serekiyên zindîbûna civak û sîstem û pêşketina welat û ew çaksaziya ku berî çend salek me destpêkiribû pêwîste bê çalak û berfirehtir kirin û divê karê ciddî û kirdarî ji bo wan bê kirin. Eve jî dûpat dikim ku nabê hîç qeyranek bibê rêgir li ber mafên gelê me û biryardana li çarenûsa xwe. Ewlewiyeta serekiya min jî mafê çarenûsa xelkê Kurdistanê û nehiştina metirsiya Da’îşe li ser Kurdistanê.Xelkê xweşdiviyê Kurdistanê we ji wê yekê dilniya dikim ku her çende ev qonax dijware lê belê pişt bi xweda û hîmeta gelê me vê yekê bi serkeftî derbas dikîn.Hêviya şadî û bexteweriyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê dixwazim û cejna we pîroz be. 

Back to top button