Hikûmet: 15 milyon dolar bo koçberan
Çavkaniyeke berpirs ji civata wezîrên herêma Kurdistanê, îro 12ê tebaxa 2014ê, di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê got: ”Piştî ku, heftiya borî şandeyeke balaya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê û bi endametiya wezîrê navxwe, wezîrê darayî, wezîrê pilandananê û wezîrê saxlemiyê serdana wîlayeta Duhokê kir, civata balaya neft û gazê ya hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da ku, 15 milyon dolar ji dahatiniyê neftê ji bo pêdawîstiyên acil bo koçberên Şingalê û deverên din yên Kurdistanê yên ji be şer û metirsiya êrîşên terorîstên DAÎŞ ber bi herêma Kurdistanê ve hatine, berdest bike.
Ji bona ku, ew pereye bi baştirîn û lezgîntirîn awayê bigehe koçberan û pêdawîstiyan bo lêqewmiyan dabîn bike, waliyê Duhokê berpirs dibe ji çewaniya bikaranîna wî pereyî bo koçberan