Telefizyona fermiya hikûmeta Fransayê ragehand ku, di çend saetên bê de hikûmeta Fransayê dê çekên giran ji herêma Kurdistanê re bişîne.
Serokê Fransayê got ku, kurdên Îraqê pêwîstî bi çekê nû û giran heye da bikaribin rûbirûyê terorê bin û Fransa dê wî çekê pêwîst bi herêma Kurdistanê bide.
Kanala 24 ku, weke kanala fermiya hikûmetî tê naskirin ragehand ku, hikûmeta Fransayê di çend saetên bê de dê çek û cebilxane ji herêma Kurdistanê re bişîne.
Amerîka û çend welatên din jî yên Ewropayê amadeyîya xwe nîşan daye çek bi herêma Kurdistanê bidin.