Civak

Helîkopter ket xwarê Viyan Dexîl û kurê Fazirl Mîranî birîndar in

Duhî roja sêşemiyê 12ê tebaxa 2014ê, li ser çiyayê Şingalê, ew helîkoptera alîkariyên digehîne koberên li ser çêy ket xwarê û pîlot û kesek din jiyana xwe ji dest da û 18 koçber jî birîndar bûn

Li gor agadariyên Aştî Koçer berpirsê Asayîşa Zaxoyê ji çapemeniyê re dane, wê helîkopterê av û xwarin bi xwe re ji bo koçberên li ser çiyayê Şingalê anîbû, di wê helîkopterê de endama parlamentoya Îraqê a ser bi Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) Viyan Dexîl û Yadgar Mîranî, kurê Fazil Mîrannî sekreterê polîtbûroya PDKê tê debûn, piştî alîkarî gihandîn koçberan, xwestin 20 koçberan jî bi xwe re bibin, lê di dema rabûnê de pîlotê helîkopterê kontrol ji dest de û ket xwarê, di encam de pîlot û koçberkî jiyana xwe ji dest da û yên din jî   hemû birîndar bûn.

Back to top button