Cîhan

Amerîka çekên nû dide pêşmerge

Her du wezaretan; wezareta karê derve û wezareta bergiriyê yên Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) bi awayekî fermî ragehan ku, ew çekî didin hêzên pêşmergeyê Kurdistanê.

Peyvdara wezareta derve Mariye Harf di preskonferensa xwe ya rojane de eşkere kir ku, DYA di warê çek û cebilxane de alîkariyê dide herêma Kurdistanê got ku, DAÎŞê çekên giran bi dest xistine, pêwîstiya kurdan jî bi çekan heye, Amerîka jî vê yekê pêk tîne û Amerîka zêdetir alîkariya herêma Kurdistanê bike.

Wezareta bergiriyê a Amerîkayê (Pentagon) jî ragehand ku, ji bona rûbirûbûna  terorê û grûpa çekdarên DAÎŞ, ew bi berdewamî alîkariya sopayê Îraqê û hêzên pêşmerge bikin û got ku, ji bona jinavbirina DAÎŞ ew amadene alîkariya pêşmerge bikin.

Wiliam Mayvile berprisê operasyonên Pentagonê di daxuyaniyekê ragehand  ku,  pêwîste çekê baş bi pêşmergeyan bê dan daku bikaribin bi baştirîn awayî berhingara grûpên terorîstên weke DAÎŞê bibin. 

Back to top button