CîhanRojev

Hêzên rejimê li deverên di bin desthilata HSDê de cih bûn

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kirî, karwanek hêza artêşa Sûriyê ji nêzî 250 leşker, 5 tank û gelek çekên giran ên din pêk dihat çûne devera Eyn Îsa ku di bin desthilata HSDê de ye.

Li gora heman agahdariyê, arteşa rejimê bi rêya Minbicê re ber bi herêmên Eyn Îsa ve li bakurê Reqayê bi rê ket û Hêzên rêjîmê li hember herêmên di bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de belav bû.

Di dema cihbûna hêzên artêşa Sûriyê li wan deveran de, helîkoptereke Rûsî li asman çavdêriya rewşê dikir.

Rewangehê belav kir jî, hêzên rejîmê pêgehên xwe bi çek û şervanan li eniyên şer ên li gundewarê Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekê li hember komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve jî bihêz kirin.

Piştî gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke nû li Til Rifet û Minbicê, Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî ragihandibû ku di navbera HSD û artêşa Sûriyê de têgihîştineke leşkerî ji bo rûbirûbûna her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê çêbûye.

Diyar kir jî, di çarçoveya wê têgihîştinê de jî, dê hêzên rêjîma Sûriyê herêmên HSDê yên li bajarokê Eyn Îsa, derdoa Bab, Minbic û Kobanê bi cih bibin.

Her wiha pêr jî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, li hember gef û êrîşên Tirkiyê, hêzên artêşa Sûriyê li Kobanî û deverên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin.

Back to top button