CîhanRojev

Biden:ji bo Amerika girnge ku,Iraq û Kurdistan arambin


Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di çarçoveya Lûtkeya Ciddeyê de li Ciddeyê civiyan. Piştî civînê, her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û têde tekezî li ser pabendbûna xwe bi hevkariyeke bihêz a dualî di navbera Amerîka û Iraqê de, dan xûyakirin. li gorî çarçoweya stratejî û berdewamiya hemahengiya ewlehiyê ji bo misogerkirina nevegerandina DAIŞê hevkarî berdewam be.


Herwiha her du aliyan tekezî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin ku daxwazên gelê Iraqê nîşan bide û rêzê li demokrasî û serxwebûna Iraqê bigire. Ji aliyek din ve, Serokê Amerîkayê tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka giringiyê bi hebûna Iraqeke aram, yekgirtî û pêşkeftî dide û divê Herêma Kurdistanê jî têde hebe.

Back to top button