PolîtîkRojev

Amerîka daxwaz ji HSDê kiriye yan xwe bide aliyê Amerîka yan jî PKKê!

Serkirdeyekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, Amerîka ji HSDê re gotiye, yan me hilbijêre yan jî PKK û rêjîma Sûriyê.

Endamê rêveberiya ENKSê, dr. Kawe Ezîzî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re got, rewşa Rojava pir aloz e û sebebkarê serekî yê vê yekê jî PKK û siyaseta xelet ya HSDê ye.

Dr. Kawe Ezîzî her wiha got, di vê rewşê de HSD ketiye nav tengaviyek mezin ji ber ku Amerîka daxwaz jê kiriye aliyê xwe hilbijêre; yan Amerîka yan jî PKK û rêjîma Sûriyê.

Wî serkirdeyê ENKSê da zanîn, Amerîka dixwaze li rojhilatê çemê Firatê pirojeyek mezin bicîh bîne. Amerîka naxwaze ew dever bikeve destê Tirkiye, Sûriye û Îranê ji ber wê jî dixwaze li wir hêzekî girêdayî xwe bicîh bike. Di çarçoveya wê pilanê de dixwaze pêşmergeyên Rojava jî derbasî wir bike. Loma daxwaz ji HSDê kiriye yan Amerîka hilbijêre yan jî xwe bide aliyê PKK û rêjîma Sûriyê.

Bi gotina wî siyasetmedarê Rojava, HSD nikare bi hêsanî aliyê xwe destnîşan bike çimkî di bin bandora PKK û rêjîma Sûriyê de ye û bi hêsanî nikare xwe ji wan xilas bike.

Bi gotina dr. Kawe Ezîzî, hişyariyên Amerîka li hember HSDê pir cidî ne.

Back to top button