PolîtîkRojev

Emê pêgeha Kurdistanê bihêz bikin û çend nûneratiyên xwe zêde bikin

 Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî da xûyakirin ku, hikûmet dixwaze di dema kabîneya nehê de çendîn nûneratiyên nû li çend welatan veke û herwiha pêgeha Kurdistanê bihêztir bike da ku, peywendiyên me yên dîplomatîk jî berdewam berferehtir bibin.

Dizeyî dibêje: Şeş mehên yekem ên kabîneya nehemîn asayî bûn. Di destpêka sala 2020an de ji ber vîrusa koronayê têkiliyên dîplomatîk ên navdewletî ne tenê li Kurdistanê, herwiha li seranserê cîhanê jî têk çû. Lê me hewl da ku bi rêya hevdîtinên şexsî û elektronîkî, li ser asta serokomar, hikûmet, Ofîsa Têkiliyên Derve û hemû wezaretan, têkiliyên dîplomatîk berfirehtir bikin.”

Dizeyî berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Par sala borî serokê Fransa serdana Kurdistanê kiribû û berî wê jî Papayê Vatîkanê serdana Kurdistanê kiribû û çendîn serokwezîr, wezîrên derve, wezîrên berevaniyê, endamên parlamentoyê û şandên pilebilind ên welatên cuda hatin Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîr, cîgirê serokwezîr û wezîrên Herêma Kurdistanê serdana welatên Ewropa û Kendavê kirine û beşdarî çendîn konferansên navdewletî yên aborî, siyasî û ewlehiyê bûne.

Dizeyî dibêje:Ez wek berpirsê ofîsa peywendiyên derve serdanên  Brîtanya, Holenda, Belçîka, Yunanistan, Almanya, welatên kendavê, Îmarat, Kuweyt, Qeter, Behreyn, Urdun û Tirkiyê, ligel Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûm.” 

Dema mirov serdana welatan dike û yan jî şandên welatan têne Kurdistanê, ne tenê ji bo gotûbêjkirina dîplomasî û siyasî, lê belê di warê aborî de jî, di van du salan de aboriya Kurdistanê ber bi başbûnê ve diçe, sermayedarên biyanî berê xwe didin Kurdistanê.”

“Tevî kêmasiyan, vîrusa koronayê û pirsgirêkên me yên li gel Bexdayê, lê me karî gavên baş bavêjin û pêşde biçin û emê berdewam bin.”

Dizeyî got: “Konsulxaneya Ermenistanê li Kurdistanê hatiye vekirin û çend welatên din jî ji bo vekirina konsulxaneyan li Hewlêrê tedbîrên yasayî digirin.

Her çendî Kurdistan ne dewleteke serbixwe ye û beşek ji Iraqê ye, lê xwedî pêgeheke bihêz e û di peywendiyên navdewletî de jî bi awayekî dadperwerane bi wî re tê kirin.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Dizeyî got: Me biryar daye ku çend nûneratiyên nû li welatên herêmê vekin, gelek pêwîst e, lê divê em li ser çend faktoran bi wan re biaxivin. Rast e aboriya Kurdistanê heta radeyekê baştir bûye, lê budceyek ji bo berfirehkirina nûnerê me tune ye. Ji ber vê yekê, em dixwazin bi danûstandina bi welatan re bûdceya pêwîst dabîn bikin û piştre van nûneratiyên nû vekin

Back to top button