Yekgirtina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ji bo hêzek niştimanî ya Kurdistanê bê çêkirin gelek gotubêj têne kirin. Her Kurdek niştiman perwer vê yekê dixwaze û ev dibe wek demanek a parastina xaka azad a Kurdistanê.
Di rojên derbasbûyî de çend postên Wezareta Pêşmerge hatin guhertin û jêderekî fermî eşkere kir ku pêngavên çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de berdewam in û pêştir jî ji ber şerê DAIŞê ew proses hatibû rawestandin.
Jêderê fermî dibêje:“Pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmerge berdewame , ji bo avakirina hêzeke yekgirtî ya Pêşmerge li Herêma Kurdistanêhemî hewldan têne kirin, lê hin caran jî ji ber pirsgirêkên siyasî ev proses paş dikeve.”
Heta niha 21 lîwayên hevbeş di nav Wezareta Pêşmerge de hatine avakirin û di qonaxa bê de dê hejmarek lîwayên din jî bên avakirin.
Çavkaniya han eşkere kir ku, hêzên Pêşmerge dê bibe hêzeke niştimanî bo parastina hemû rengên cuda yên Herêma Kurdistanê û parastina neteweya Kurdistanê.