Rojevên destçêkirî pirsa Kurd dixetimînin

Dema Kurd serê xwe hildidin û ji bo xwe daxwaza mafên netewî dikin, ev aliyên Tirk hemû dibin yek deng û li dijê Kurda helwestên hevbeş datînin.Hemî dibin parezerê îdeolojiya fermî ya dewletê..

Dara Bilek

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê carê hinek babet dikevin serê rojeva siyasî û têne gotubêj kirin. Piraniya caran mirov dibîne ku, heman babet di medya beşên din ên Kurdistanê de jî berfirehî cih digre . Lê eger mirov baş berê xwe bidê babetên ku dikevin rojevê û tên gotubêj kirin, gelek girîngin û taybetî pirsa Kurd ve girêdayîne.

Di vê qonaxa ku, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê behsa hilbijartina tê kirin, du babetên hevre girêdayî di rojevê de ne. Yek jê “pirsa kurd”e, ya din jî “pêvajoya çareseriyê” ye. Ev herdu babet di bingehê xwe de yekin û gelek bi zanebûn di nava çerçoveyek Taybet de têne gotubêj kirin.

Ji berî her tiştekî ewên di vê qonaxa hilbijartinan de behsa pirsa Kurd dikin, eve dehê salane herdema ku hilbijartin çêdibin vê pirsê li gora ku ew çerçowekî jê re datînin tê gotubêj kirin. Dema nav li “pirsa Kurd” neyê kirin ,yanî awayê çareseriya vê pirsê vekirî neyê gotin , tu wateya behskirina Pirsa Kurd tuneye.

Li ser vê pirsê roja cumhuriyeta Tirkiye hatî avakirin heta niha gotubêj hene û her aliyek li gora xwe vê pirsê tîne rojevê. Lê dema Kurd serê xwe hildidin û ji bo xwe daxwaza mafên netewî dikin, ev aliyên Tirk hemû dibin yek deng û li dijê Kurda helwestên hevbeş datînin. Yanî dibin parêzvanê cumhuriyeta li ser inkar û îmha Kurda hatî avakirin û xwedidîyê li îdeolojiya fermî ya Tirkiye dikin.

Di dîrokê de, gerek baş bê zanîn, Burjuvaziya Tirk a Kurd xapandiye, çepên Tirk ên Kurd xapandine, Lîberalên Tirk ên Kurd xapandine, bazirganên Tirk ên Kurd xapandine, oldarên Tirk ên Kurd xapandine, karkerên Tirk ên Kurd xapandine,ciwanên Tirk ên Kurd xapandine, jinên Tirk ên Kurd xapandine. Yanî dîroka pêwendiyên partî û aliyên Kurd û Tirka dîroka xapandinê ye.

Dema ev yek bê gotin ne tenê aliyên Tirk tawanbarin, ew li gora xwe welatê xwe,yekitiya axa ku  dewleta wan  li ser desthilate diparêzin, ew dizanin çi dikin û hemî di çerçoveyek dizaynkirî de pirsa Kurd gotubêj dikin. 

Lê gelo ji bo çi aliyên Kurd têne xapandin? Gerek li ser vê yekê bê sekinandin û di vê derbarê de gotubêjin berfireh bêne kirin, civakzan vê pirsê bişopînin û li ser vê lêkolîn bêne kirin. Daku sedemê vê birîna Kurda ya ku cebar nabe bê zanîn. Heta partî, rêxistin , dezgeh û aliyên li ser navê Kurda siyasetê dikin daxwaziyên xwe ji bo pirsa Kurd vekirî nebêjin û di siyaseta xwe de ne zelalbin, heta li ser xetek netewî Kurdistanî siyasetê nekin, heta berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre negirin dê her bêne xapandin.

Pirsa ku cardin di rojevê de ye”pêvajoya çareseriyê” ye. Lê çareseriya çiye nayê zanîn û ne zelal e. Ji berî niha ev pêvajo hate jiyandin, herkesek bi şahid ku Tevgera azadixwaz a Kurd gelekî ziyanek mezin jê dît. “Pêvajoya çareseri”yê çareseriya navbera dewletê û PKKê de ye. Ne çareseriya pirsa Kurd e. Tu pêwendiya vê yekê destxistina mafên rewa yên Kurdan re tuneye.

Bawerim dewsa medya Kurd van rojevên destçêkirî re xwe mijûl bike, hewlbide rastiya Pirsa Kurd û awayên çareseriyê gotubêj bike , dê behtir xizmeta tevgera azadiya Kurdistanê bike.

24.6.2022

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: