Hêzên Îranê devera Çoman topbaran kirin

Çoman – Hêzên supayê Îranê çend deverên qezaya Çoman a ser sînorê Îranê topbaran kirin û di encam de, hevwelatîyek hat kujtin û yek jî birîndar bû. Qaymeqamê qezaya Çoman Ebdulwahid Gwanî di vê derbarê de ji PNA û radiyoya Zagros re da xuyakirin, ku şeva derbasbûyî deverên SerŞêxan hatin topbarankirin û îro ji demjimar 80:00- ê sibehê ve, deverên Kanîreş ji alîyê hêzên supayê Îranê ve dihên topbarankirin.

Ebdulwahid Gwanî weha jî da xuyakirin, ku navê ew hevwelatîyê ku şehîd bûye Besoz Cebar e û hevwelatîyê birîndar jî niha li nexweşxaneyê ye.
Ebdulwahid Gwanî got, ku her piştî vê bûyerê bi demeka kêm, hêzên polîsan, asayişê û bergirîya şaristanî gihijtin wan deveran, da ku alîkarîya xelkê bikin.
Qaymeqamê qezaya Çoman weha jî da nîşandan, ku xelkên evan deverên sînorî hejar in û di bin konan de ne û peywendîya wan bi ti alîyan ve nîne.

Nerîna min :