Pêwendiyên Kurdistan û Emerîka pêş dikevin
Îro yekşem 30/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li her du Kongrêsmanê Emerîkî Lincoln Davis û Brian Baird û Alan Misenhiemer şêwirmendê Balyozxaneya Emerîka li Iraq kir.
Li hevdîtinê de, pêwendiya du qoliya di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê û ew mekanîzmayên ku pêwistin bi xurtkirina wan pêwendiyan û her wiha çend pirsekî girîngên din li vî derbarî de hate guftugo kirin.
Li destpêka hevdîtinê de, Kongresman Lincoln Davis, xweşhaliya xwe bi vê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku mebesta vê serdana wan pîşandana rêz û pêzanîna wan ya ji bo gelê Kurdistanê ye û ew dostayetiya başe ku her du gelê Kurdistanê û gelê Emerîka bi pêkve girêdide û her wiha ji bo amadebûna li wê bîranîna ku ji bo qurbaniyên Emerîka tê saz kirin me xwest ku ji nêzîk ve li gel hêzên me de beşdarî li vê bîranînê bikîn.
Sebaret bi vekirina Konsolxaneya Emerîka li Herêma Kurdistanê jî, Kongresman Lincoln Davis ragihand ku me daxwaz ji Kongrês kir nivîsîngeheke xwe li Hewlêr, vî bajarê kevîna cîhanê bike Konsolxane û wekî Komeleya Dostayetiya Emerîka û Kurd jî me piştgîrî li vê biryarê kir û hêvî jî xwest ku ev biryar hengavên pratîkî jî bavêje û bi zûtirîn dem bête cîh bi cîh kirin.
Ji aliyê xwe ve Kongrêsman Brian Baird li ser axaftina Kongrêsman Lincoln Davis zêde kir û ragihand ku me wekî gelê Emerîka rêz û pêzanîneke xwe yê mezin ji bo vê dostayetiyê heye ku her du gelê Kurdistan û Emerîka bi hevdû ve girêdide û li Kongrêsê jî gelek ji nêzîk ve agahdarî rewşa Kurdistan û Iraqê ne û dixwazin ev ezmûna Herêma Kurdistanê li cihên dinên Iraqê da sûd jê bê wergirtin. Birastî karekî zêdeyê bînasazî li ber çavên me ketin, raste kompanyayên biyanî rolekî xwe yê baş dîtine, lê belê bêyî wê aramiya ku li Kurdistanê da heye zehmet bû ew kompanya bikarin karê bînasazî û avadankirinê encam bidin û her wiha sebaret bi mafê tak û wê azadiya ku we ji bo gelê xwe rexsandiye û li gel wê pêkve jiyana Herêma Kurdistanê ku heye gelek bala me kişandiye.
Serok Barzanî spasî her du kongresman kir ji bo helwesta wan sebaret bi vekirina Konsolxaneyekî Emerîkî li Herêma Kurdistanê da û ragihand ku gelê Kurdistanê şanazî bi wê dostayetiya we dike û biryara vekirina Konsolxaneyê jî cihê rêz û pêzanîna gelê meye û bi wê rêz û pêzanînê jî temaşa qurbaniyên we dike û bi xwe jî bi navê rizgar kirina Iraqê da hevbeşî wê qurbanîdane bûye.
Her wiha li mijareke dinê hevdîtinê de, Serok Barzanî nêrînên xwe sebaret bi proseya siyasiya Iraq û hilbijartin û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û pêwendiyên Herêm û welatên hevsû û cîran xiste rû.