Polîtîk

Hêzên Amerîkayê li ser sînorê Rojava ketin tevgerê

Li gora nûçeya Rûdawê, Hêzên Amerîkayê li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê û li nêzîk sînorên Bakurê Kurdistanê dewriyeyek encam dan.

Li gor agahiyên ji şahidhalên ji herêmê ve, karwana hêzên Amerîkî ji 6 wesayitên serbazî, di nav de tankên ji corê Bradley, pêk dihat.

Herwiha du helîkopterên artêşa Amerîkayê jî li gel dewriyeyê li asmanê navçeyê difiriyan.

Li gor zanyariyan, di nava 72 demjimêrên bihorî de, Amerîkî hejmara hêzên xwe li aliyê bajarê Dêrikê û li nêzîk sînorê bi Tirkiyê re zêde kiriye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandiye, di navbera 23 Kanûna 2020 û 23 Çileya 2021an de, Amerîkayê ji Başûrê Kurdistanê ve 240 kamyon alîkariyên leşkerî derbasî binkeyên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Ev dewriyeya Amerîkî û zêdekirina hejmara hêzên wî welatî li herêma Dêrikê di demekê de hatiye encamdan, ku medyaya ser bi PKKê ve ragihandiye, roja 25ê Çile hêzên Tirkiyê li ser sînorê Dêrikê geriyane.

Li gor wan zanyariyan, karwaneke hêzên artêşa Tirkiyê û MÎTê ku ji 14 otomobîlan pêk dihat, li sînorê Beravê yê bajarê Dêrikê çûye ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Back to top button