Nivîsar

Siyaseta bi wesayet û desttêwerdan

Nûrî Çelîk

Siyaseta bi wesayet û îcazet, bi kesî re nahêle rûmet û kesayet. Ben û hefsarê meriv di destê kê de bin, xwedîyên meriv jî ew in. Siyasetek serbixwe, bê wesayet û bê îcazet, stûna serketin û pêşveçûnê ye. Partîyên ku ne xwedîyê siyasetek û helwestek serbixwe bin, wê nikaribin serkeftî bin û wê nikaribin bigihên armancên xwe.

Gelek ji partîyên Bakur, bi taybet jî PDK Bakur, heta îro bi wesayet û îcazetê siyasetê dikin. Partîya ku îcazeta siyaseta xwe jê destine û di bin wesayeta wê de ye, bêguman PDK Başûr e.  PDK Bakur xwe di bin şîwana PDK Başûr de veşartiye û ji bin wê sîwanê derneketiye. Ji ber vê yekê jî gavekê bi pêş de neçûye. Bi paşde çûye, parçe parçe bûye û ji ber desttêwerdanên hinek klîkên nava PDK Başûr, nebûye û nikare bibe yek. Her gava ku PDK Bakur bixwaze bi ser xwe ve bê, çi çaxa ku bixwaze xwe li hev kom bike û hinek gavan bavêje, hew we dît hinek klîk desttêwerdan di nav de kirin û rê li ber girtin. Ew klîkên ku di nav PDK û dezgehên PDK de bi cîh bûne û navê Barzanîyan ji xwe re wek mertal bi kar tînin, li ser navê wan gelek kiryarên xirab dikin û rê nadin ku PDK Bakur xurt bibe û li Bakur bibe wek alternatîfek netewî. Ji alîyê din; ji derveyî siyaseta bi wesayet û îcazet, PDK Bakur bi vê teslîmîyet û helwesta xwe heta îro ji kar û fêdeyê zêdetir zirar daye PDK Başûr û jê re bûye bar, barê PDK Başûr girantir kiriye û xwe xistiye stuyê wê. Ji ber ku PDK Bakur heta îro siyaset û helwestek serbixwe dananîye, rê ji desttêwerdanan re vekiriye û heta bi cihekî qedera xwe bi destê xwe nivîsandiye. Heger PDK Bakur xwedîyê siyasetek serbixwe û helwestek bi kesayet ba, bêguman wê rewşa wê ya îro cuda ba û wê kesî jî nikarîba destên xwe dirêjî nav kar û barên wê bike.

Gava em li dîroka Kurdistanê dinerin, em dibînin ku heta îro PDK Başûr navbera xwe û dewleta Tirk xirab nekiriye û nexwestiye xezeba dewleta Tirk bikşîne ser xwe. Helber şert û mercên tekoşîna her parçeyên Kurdistanê cuda ye û tu hêzek Kurdistanî naxwaze û nikare şerê her çar dagîrkeran bike. Tirkiye ji Başûrê Kurdistanê û ji PDK Başûr re derîyê man û nemanê ye, derîyê têkilîyên bi cîhana medenî û Rojava re ye, PDK naxwaze wê derî li ser xwe bigre û xwe di nav çar dewletên hov de bifetisîne. Heta vir tê fêhmkirin û mafekî maqûl e jî. Lê ev yek nayê wateya ku tu parçeyê herî mezin ê Kurdistanê nebînî, destên xwe jê bişo û 25-30 milyon Kurdên Bakur bike bi qurbana berjewendîyên parçeyekî din. Madem em xwe wek yek welat û yek millet dibînin, bêyî ku em desttêwerdanan di kar û barên hev de bikin, veşartî be jî divê em alîkarîya hev bikin, bi plan û projeyên maqûl hevdu xurt bikin û rê li ber êrîşên dewletên dagîrker bigrin yan jî kêmtir bikin. Ev jî bi alîkarî, piştgirî, hevkarî û xurtkirina hasten netewî dibe. Ne ku em desttêwerdanan di kar û barên hev de bikin, hevdu parçe bikin û ji bo berjewendîyên xwe tevgera parçeyekî din têk bibin. Çawa ku dewletên dagîrker plan û projeyan ji bo têkbirina tevgerên her çar parçeyên Kurdistanê çêdikin û li gor wê xwe di parçeyên din de bi rêxistin dikin, diviyabû PDK Başûr jî bi heman plan û projeyan xwedî li PDK Bakur derketa, bi her awayî ew xurttir bikira da ku PDK Bakur li hember êrîşên ser PDK Başûr biba mertal û sîper. Lê mixabin em dibînin ku tiştên heta îro hatiye û tên kirin vajayî vê yekê ye, li şûna ku PDK Bakur bihata xurtkirin, hatiye parçekirin û her klîkek di nava PDK Başûr de bi rêya klîkek din PDK Bakur tar û mar kiriye, dest û lingên wê girê dane û ew ji çap xistine. Evê yekê heta îro ji zirarê pê ve tû fêde nedaye herdu PDK an, lê fêdeyek pir mezin daye êrîşên dewleta Tirk û bûye wesîleya xurtbûn û xurtkirina PKK a ku îro li seranserê Kurdistanê bûye astengek mezin.  Di vir de sedem û sûcê herî mezin desttêwerdan û parçekirina PDK Bakur û berjewendîyên klîkên nava PDK Başûr in. Heger di dema xwe de siyasetek netewî û Kurdewarî, siyasetek serbixwe û bê wesayet û îcazet bihata meşandin, heger girîngîya tevgera Bakurê Kurdistanê bihata dîtin û ew tevger bi hişmendîyek Kurdistanî bihata destekkirin, wê îro Bakurê Kurdistanê jî ne di vê rewşa kambax de ba û wê PDK Başûr jî ne bi tenê ba. Îro li Bakur û Rojava ji çend PDK ên jihevdeketî û bê bandor pêve tukes dostê PDK Başûr nemaye. Û sedemê vê yekê jî helbet PDK Başûr û siyaseta wê ya şaş bi xwe ye. Ji ber ku PDK Başûr ji bo her çar parçeyên Kurdistanê plan û proje çênekirine û siyasetek giştî û Kurdistanî nemeşandiye, wê jî qedera xwe bi destê xwe nivîsandiye û bi tenê maye.

Ev demek e xebat û dan û stendin tên kirin ku beşên PDK Bakur bibin yek. Hêvîyek heye ku PDK Bakur vegere ser kemla xwe ya berê, bibe yek partî û ji Kurdên Bakur re bibe hêvî û alternatîfek netewî. Lê mixabin klîkên di nava PDK Başûr de dîsa ketine nav tevdanê û rehet nasekinin. Li gor agahdarîyên ketine destên me (nav li cem me ne), klîkek ji nava PDK Başûr ji hewldanên yekîtîya PDK Bakur aciz in û dîsa dixwazin bi desttêwerdanan rê li ber vê yekîtîyê bigrin û bi rêya hinek zilamên xwe nakokî û pirsgirêkan ji PDK Bakur re derêxin. Ev klîkên ku di nav PDK û dezgehên wê de xwedî erk û gotin in, çawa ku li ser navê PDK û Barzanîyan doh PDK Bakur ji bo berjewendîyên xwe tar û mar kirin, îro jî dixwazin rê li ber yekîtîya PDK Bakur bigrin û nehêlin li Bakur Kurd bibin xwedîyê hêz û partîyek Kurdistanî.

Li vir em bang li Serok Barzanî û temamê niştimanperwerên nava PDK Başûr dikin ku xwedî li partîya xwe derkevin û carek din rê nedin wan klîk û xêrnexwazên ku li ser navê wan zirarê didin Kurdên Bakur. Em bang li wan klîk û xêrnexwazan jî dikin ku êdî destên xwe ji nav PDK Bakur û Kurdên Bakur bikşînin.

Madem hûn nikarin û naxwazin qencî û fêdeyê li Kurdên Bakur bikin, zirar û ziyanê jî nedin wan!

Back to top button