PolîtîkRojev

Serok Barzanî berdewam serperiştiya hemû bereyên dijî şerê DAIŞê dikir

Fermandeyê Hêza Pêşmergeên Zêrevanî Lîwa Seyid Hejar roleke girîng a Serok Barzanî di şerê li dijî DAIŞê de hebû û bi berdewam ji nêzîk çavdêrîya hemû bereyên şer dikir û hevpeymanên navdewletî jî ji bo jinavbirina DAIŞê roleke serekî bi cî anîn. 

Îro roja çarşemê 27.01.2021ê Cîgirê Fermandeyê Zêrêvanî Lîwa Seyd Hejar, ji BasNewsê re axivî û ragihand weke Serok û Pêşmerge ji destpêka şerê li dijî DAIŞê rolekeî giring a Serok Mesûd Barzanî hebû û ji nêzîk ve bi berdewamî çavdêrîya mîhwerên şer dikir. Bi tenê kur û bira û biraziyên wî di sengerên pêş ê şer de bûn û wî bi xwe jî serperiştîya giştî ya mîhweran dikir û dihar nêzîktirîn sengerên Pêşmerge, bi tenê li mîhwera Xazir hat gundê Zara Xatûn, ew gundê nêzîkî gundê Bedene bû ku hîn li wî gundî çekdarên DAIŞê hebûn.’’

Seyid Hejar, ku di heman demê de Berpirsê Mîhwera Xazir e got:’’ Her cihekî ku şer lê hebûya, Serok Barzanî bi berdewamî çavdêrî lê dikir heta şer lê bi dawî bibûya. Heger daxwaz û pêdawîstiyeke me ya ji bo şer hebûya bilez peyda dikir û dixwest bi kêmtirîn ziyanê em her serkeftî bin.’’

Di berdewamiyê jî de Seyid Hejar amaje bi wê çendê jî kir bidawîbûna DAIŞê bi serkeftina Pêşmerge hat encamdan û Pêşmergeyên qehreman dawî li efsaneya DAIŞê anî û Pêşmergeyan hemû cihan parast û îro jî li sengerên xwe ye û amadeye xak û xelkê xwe biparêze.  

Lîwa Seyid Hejar amaje bir ola hêzên hevpeymaniya navdewletî ya di şerê li dijî DAIŞê jî de kir û da zanîn hevpeymaniya navdewletî lihel hêza Pêşmerge roleke ber biçav lîstine bo jinavbirina terorîstên DAIŞê. Seyid Hedar di dawiyê dibêje heger hêza Pêşmerge nebûya artêşa Iraqê jî nikarîbû bajarê Mûsilê rizgar bike û li ser fermana Serok Barzanî wan rêyên diçin ser Mûsilê ji destê DAIŞê derxistine û rêdane artêşa Iraqê ku derbasî herêmê bibe ê operasyona Mûsilê encam bide.

Back to top button