Heyeteke şaredariya Sorê li Hewlêrê ye
Heyeteke şaredariya Sorê ya li Diyarbekirê serdana wezareta şaredarî û tûrîmê ya hikûmeta herêma Kurdistanê li Hewlêrê kir û ji aliyê Semîr Ebdula wezîrê şaredarî û tûrîzmê ve hat pêşwazî kirin.
Di dîdarekê de, Semîr Ebdula wezîrê şaredarî û tûrîzmê got ku ev serdanên navbera bajarên Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê gelek giring in daku fêdey ji tecrûbeya hev du werbigirin.
Ebdula behsa têkeliyên xurt yên navbera serokatiya şaredariya Duhokê û serokatiya şaredariya Sorê ya Diyarbekirê kir û got ku giringe têkeliyên bi wî awayî berdewam bin û ew peywendî cîyê dilxweşiyê ne.
Ebdula got: Em hez dikin ku têkeliyên we digel piraniya bajarên herêma Kurdistanê hebin.
Cîgirê serokê şaredariya Sorê, ji bo wê pêşwaziya gerim, sipasiya Semîr Ebdula wezîrê şaredarî û tûrîzmê kir û silavên serokê şaredariya Sorê gihandin wezîrê tûrîzmê û bi navê serokê şaredariya Sorê ya Diyarbekirê diyariyek pêşkeşî Semîr Ebdula wezîrê şaredarî û tûrîzmê yê hikûmeta herêma Kurdistanê kir.