Biden: Em ji şerê Iraqê poşmanin
Josef Biden cihgirê serokê Amerîka di gotarek ya xwe de, da xuyakirin ku,ew bi kirina şerê Iraqê poşmanin.
Josef Biden rexne li biryara serokê berê yê Amerîka George Bush girt û got, ku ew ji ber biryara şaş dilgiran in. Josef Biden di vê gotara xwe de got, ku xwezî dîrok bi paş ve vegerîbûya, da ku wan ev biryara han qebûl nekiriba.
Di vê gotara xwe de Josef Biden çend pirsan dike û ji wan jî dide nîşandan; ku di van salên derbasbûyî de Amerîka baceka mezin li Iraqê da. Josef Biden di vê derbarê de got, ku ji bilî rijandina xwînê, kuştinê, birîndarbûnê, êş û azaran, ti tiştên din neman.
Biden dadiyarkirin ku dê piştî vekişîna hêzên me ji Iraqê jî, serkevtin û şkestin wek hev bin. Niha hêdî-hêdî rêxistinên civaka sivîl jî, nema pêdivêyî alîkarîya Amerîka ne.