Cîhan

Lieberman ji bo Filistîn nexşeyek amade kir

Wezîrê Karên Derveyê Îsraîlê Avigdor Lieberman daxuya kir ku li ser sînorên Dewleta Filistînê pêşnumayekî hatiye amadekirin.

Rojnameyê Haaretz nûçeyê xwe ji berpirsyarek Wezîrê Karên Derveyê Îsraîlê re girêda.

Lîeberman diyar kir ku di nawa sînorên demboriyê de pêşnumayekî li ser nexşeya dewleta Filistînê hatiye amadekirin û ew nexşe jî piştî guhertinên bicûk rewşa siyasiya îroyê jî nîşan dike.

Berpirsyarê Karên Derveyê li ser sînorên demboriyê dewleta Filistîn hatiye diyar kirin, û divê Îsraîl jî li ser vê mijarê înîsîyatîfê bigre destê xwe.

Hate ragihandin ku di heman demê de nexşeyê ku hatiye amade kirin , pêşketinên li ser mijara aştixwaziyê Îsraîle û bi armanca diyarkirina li ser daxwazên Filistîniye.

Di nûçeyê de hate gotin ku hinek axên Îsraîlê dewrî Filistîniyan dibe û li ser rêya naskirina dewletekî Filistînî kêmkirina tehdeyên navneteweyî dike.

Back to top button