Îroj

24'ê Rêbendan

24’ê Rêbendan

Di sala 1909’an û di rojekî wekê îroyê de Şaxekî Komelaya Tealî û Teavuna Kurdistan li bajarê Mûşê vebû.

Komelaya Tealî û Teavuna Kurdistan ya bajarê Muşê tevî gelek alim, şêx, burokrat û berpirsên bajarê ve hatiye vekirin. Şaxa Komelaya Tealî û Teavunê ya bajarê Mûşê têkîliyên xwe bi eşîrên herême re jî xurt kirine.

Komelaya Tealî û Teavuna Kurdistan ya bajarê Mûşê ji aliyê Cemîyeta İtihat û Terakî ve hatiye girtin. Dema ku Komele hatiye girtin xebatên xwe li Milazgir û Kopê bi awayekî dizî dan meşandin.

Back to top button