Rewşa Rojavayê Kurdistanê û zextên rejîma Suriyê
Pispor û polîtîkar di Konferansa Stockholmê de dicivin
Konferansa Navnetewî ya Stockholmê li ser ”Rewşa Rojavayê Kurdistanê û zextên rejîma Suriyê”, ji aliyê dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK ê ve tê organîzekirin û di 12 sibatê li ABF a Stockholmê, saet 12.00 an tê pêkanîn. Li ser programa konferansê Kordînatorê CHAK rojava Azad Heyder û Cigirê Serokê Navenda CHAK ê Gabar Çiyan dîtinên xwe wisa anîne zimên:
”CHAK dê 2011 de li ser pirsê li welatên Ewropayê çalakiyên cewaz pêk bihêne. Çalakî bi Konferansa Navnetewî ya Stockholmê û bi giraniya siyasetvanê Swêdî, pisporan û dezgehên însanî dest pê dike.
Ji partiya Moderatan, Center û Kristdemokratan parlementer beşdarî konferansê dibin. Her wisa Sosyal Demokrat, Miljö û Vänster partî jî amade dibin û tevayê partiyên beşdar dê li ser pirsê axaftinan bikin. Amnesty International, Awuqatên Bêsînor (Advokater Utan Gränser) û Olof Palme Center û çend dezgehên din hatine dawetkirin û bi wan re hevdîtin pêk hatine.
Mêvanên cewaz ji Kurdistanê û Ewropayê beşdar dibin. Pisporên pirsê dê bi taybetî li ser dekrêta 49 an û pirsgirêka bêhemwelatî hiştinê rawestin. Konferans dê daxuyaniyekî jî belav bike û daxwaziyên konferansê bighêjîne destê rêvebirên Suriyê.
Hevkariya CHAK ê bi partî, dezgehên însanî û pisporan piştî konferansê jî dê li Swêdê û derveyî Swêdê bidome.”
EuroKurd News/CHAK Dokumentation Center