Ocalan: Leşkera ji min xwest ku em şer berfireh bikin
Rojnemevan Cengiz Kapmaz li ser rojên Ocalan li Îmralî pirtukek nivisiye. Pirtuk îro derdikevê û tê belavkirin. Nivîskarê pirtukê, gotinên Ocalan li Îmralî, parastina Ocalan û herweha parastina ku Ocalan rêkirî dadgeha mafê mirovan ya Ewropa wek çavkanî girtiye. Kapmaz roja Ocalan çûyî Îmralî heta wek îro hemî gotin û daxuyaniyên Ocalan dinirxîne.
Di pirtukê de tê xuyakirin ku sala 2000-ê fermandarek leşkerî yê bilind li Îmralî serdana Ocalan kiriye û hevdîtinek li gel Ocalan pêkaniye. Li gora ku Ocalan eşkere kirî, vî fermandarî jê re gotiye: “ Şerê kêm be û ne dijwar be hun nikarî bala kesekî bikşînin û kesek we muxatab nastine. Şer hêjî pêştir bibin dê dewlet mecbur be we muxatab bigre.“ Fermandar bi vî awayî ji bo balkişandinê kirina şerek dijwar ji Ocalan xwestiye.
Ocalan ev bûyera hanê 8-ê Temuza 2009-ê daye xuyakirin. Wê demê Ocalan eşkere kiribû ku, ewê rênexşeyekî amade bike. Di vê pirtukê de gelek tiştên balkêş hene û rastiya qonaxekî raxistiye ber çavan.