Polîtîk

Rûpeleke veşartî ji dîroka Kurdistanê: Şoreşa Şêx Abdulrehmanê Garisî

Sîpan Elî – Hewlêr

Şoreşa Şêx Abdulrehmanê Garisî li sala 1926 li piştî şoreşa Şêx Se’îdê Pîran destpêkir. Şêx Abdulrehmanê Garisî li Herêma Botan şer li gel Hikûmeta Tirkiye yê kir û êrîş li ser bajaroka Berwarî kir. (Bajaroka Berwarî Qezaya Sêrtê ye) lê belê êrîşa li ser Hikûmeta Tirkiye serneket. Piştî wê yekê ku şoreş şikest anî Şêx Abdulrehmanê Garisî li gel malbata xwe berev Iraqê ve çû û li gundê Balqosa navçeya Zaxo bi cîh bû. Malbata wî li vî gundî li gel Şêx Abdullahê Babê û Şêx Hesenê birayê wî man. Lê belê Şêx Abdulrehmanê Garisî berev Musil çû. Li wê demê de Şêx û meşayîx û axayên Botan li ber sîtema Tirkan diçûne Musil. Yek ji wan malbatan jî Şêx Husênê Basretî û Şêx Abdullahê Garisî bavê Şêx Abdulrehmanê Garisî û Şêx Mihemed Nûrî ji bajarê Cizîre û Şêx (…….) li bajarê Cizîre. Ji axayan Ye’qûb Axayê Eruhî, Ce’fer Axayê Eruhî, Gurgîn Axayê Berwarî, Elîxanê Şernexî, Mihemed Axayê Silopî, ev hemû ji devera Botan bûn. Her wiha Şêx Mehdî birayê Şêx Se’îdê Pîran çûbû Iraqê û li gel axayên Botan li Musil nîştecîhbû.

Lê belê Elî Rez kurê Şêx Se’îdê Pîran çû Bexdayê. Ev koma Şêx û Axayan li mizgefta Şêx Îbrahîmê Musilî ya li Musil komdibûn. Şêx Îbrahîmê Musilî Xelîfeyê Şêx Husênê Basretî bavê Şêx Îbrahîm Heqî Botanî bû, ku li wê mizgeftê komdibûn û behsa zulm û sîtema Tirkan dikirin ku çawa Hikûmeta Tirkiye zilam û jin û zarokan dikûşt û gundên wan dişewitand û gelê Kurd ji welatê wan derbeder dikir. Ez wekî Ehmedê kurê Mela Ehmedê Êrsî digiriyam, zarokekî sêzdeh salî bûm. Min tehemmula wê sîtema Hikûmeta Tirkiye dijî gelê Kurd nedikir. Şêx Abdulrehmanê Garisî û Şêx Mehdî birayê Şêx Se’îdê Pîran diçûn cem hakimê siyasiyê Brîtanî û me behsa zulma Tirkan û çawayiya yekgirtina gelê Kurd li dijî Tirkan dikir. Her wiha Şêx Abdulrehmanê Garisî diçû cem gelê Ermenên ku li Musilê dijiyan. Ez û Ehmedê kurê Mela Ehmedê Êrsî û Mela Ehmedê Şûzî li gel wan bûn. Her wiha Şêx Abdulrehmanê Garisî bi mebesta pêkanîna tevgerek dijî Hikûmeta Tirkiye ji bo dîtîna serkirdeyên gelê Kurd li Iraqê digeriyan. Li rêya gelê Ermen li Musil pêwendiya li navbera Şêx Abdulrehmanê Garisî û Lion Paşayê serkirdeyê Ermen li Lubnan û Sûriya û Iraqê dirûstbû. Lion Paşa li van welatan serkirdeyê hemû gelê Ermen bû. Şêx Abdulrehmanê Garisî li salên 1926 û 1927 li Iraqê nîştecîh bû. Paşê çû Sûriya û li navçeya Dêrik li gundê Banê Qesrê‌ gundê Şêx Husên nîştecîh bû. Li wir Şêx Abdulrehmanê Garisî dixwest pêwendî bi serkirdeyên Kurd li Sûriya bike. Her wiha diçû cem Kurdên Tirkiye û dixwest pêwendî bi serkirdeyên Kurd li Tirkiye bike. Li sala 1928 Şêx Abdulrehmanê Garisî çû cem Kurdên Tirkiye. Ez Ehmedê kurê Mela Ehmedê Êrsî û Mela Ehmedê Şûzî û Mistefa Ehmedê Botî li gel wan çuyîn. Piştî ku me pêwendî bi serkirdeyên Kurd li Tirkiye kir em vegeriyan Sûriya. Şêx Abdulrehmanê Garisî û Mela Ehmedê Şûzî û Mistefa Ehmedê Botî çûne gundê Banê Qesrê. Lê belê ez Ehmedê kurê Mela Ehmedê Êrsî berev Iraqê birêketîn û çûn cem Şêx Îbrahîm Heqî li gundê Çeftik û li wir li cem Şêx Îbrahîm Heqî me dest bi xwendinê kir. Li sala 1929 Şêx Abdulrehmanê Garisî ji bo pêwendîkirina bi serkirdeyên Kurd li Iraq berev Iraqê çû. Mela Ehmedê Şûzî û Mistefa Ehmed Botî û Osman Sebrî jî li gel wan dabûn. Gihîştin cem Lîon Paşa li gundê Hewrêska li navçeya Zaxo. Piştî wê çûne Barzan û çûne cem Şêx Ehmedê Barzanî. Paşê çûne Hewlêr li cem Şêx Mistefa Ebu Bekir û nêzîkî çar roj li cem wan man. Li rojane Şêx Abdulrehmanê Garisî û Şêx Mistefa Ebu Bekir behsa tevgera Kurdan ya dijî Hikûmeta Tirkiye dikir. Li roja çarem da Şêx Mistefa Ebu Bekir bi Şêx Abdulrehmanê Garisî got ez li ser wê daxwazê ne razî me û dibe ku ne ez bi tenê me ku em behsa wan dikîn. Şêx Abdulrehmanê Garisî Şêx Mistefa Ebu Bekirî bi cîh hişt û çû mala Şêx Mihyeddînê kurê mamê Şêx Mehmûdê Hefîd ku li Silêmanî dijiya. Şêx Mihyeddîn li bajarê Hewlêr dijiya, ku gihîştin mala Şêx Mihyeddînê Şêx Mihyeddîn bi Şêx Abdulrehmanê Garisî got: Bi xêrhatin ey mîhvanên birêz, Şêx Abdulrehmanê Garisî bi Şêx Mihyeddîn got: Em dixwazin biçîn Silêmanî.

2

Mistefa Ebu Bekir çû cem parêzgerê Hewlêr û bi parêzger got ku Şêx Abdulrehmanê Garisî ji Tirkiye hatiye bo ku li nav gelê Kurd bigerê û gelê Kurd yekbixe dijî Hikûmeta Tirkiye. Parêzger polîs şande mala Şêx Mihyeddîn, polîs bi Şêx Mihyeddîn got parêzger daxwaza Şêx Abdulrehmanê Garisî û hevalên wî dike. Şêx Abdulrehmanê Garisî û hevalên wî rabûn û li gel polîs çûne cem parêzger. Dema Şêx Abdulrehmanê Garisî gihişte cem parêzger, parêzger Şêx Abdulrehmanê Garisî û hevalên wî xiste bendîxaneyê. Piştî çend rojek parêzger Şêx Abdulrehmanê Garisî û hevalên wî vegûhest Musilê. Parêzgerê Musilê jî Şêx Abdulrehmanê Garisî û hevalên wî bi bend kir û ji bo demeke li nav zîndanê da li Musil maye. Paşê parêzgerê Musil wan azadkir û li wan borand ku Şêx Abdulrehmanê Garisî û hevalên wî ji zîndanê derketin û vegeriyan Sûriya. Dema ku gihiştin Sûriya Osman Sebrî çû mala xwe ya li Dirbasiyê. Şêx Abdulrehman û Mela Ehmedê Şûzî çûne gundê Banê Qesrê‌ û Mistefa Ehmed Botî li Musilê ma. Şêx Abdulrehmanê Garisî nameyekî ji bo Lîon Paşa şand. Şêx Abdulrehman bi Lîon Paşa re got ez diçim Tirkiye. Lîon Paşa dû kes ji serkirdeyên Ermenî li Eyn Debur şande cem Şêx Abdulrehmanê Garisî. Yek ji wan navê wî Îzet Efendî bû û duyem jî navê wî Wehan Efendî bû. Şêx Abdulrehman li gel Ehmed Şûzî û Îzet Efendî û Wehan Efendî û Abdulrehman Mihê û Elî Mihemed û Lawik Berwarî û Elî Qulcî û Necmî Sêrtî çûne Tirkiye. Dema ku gihiştin çiyayê Miksê li binarê çiyayekî Şêx Abdulrehmanê Garisî bi Mela Ehmedê Şûzî got divê Îzet Efendî û Wehan Efendî û Abdulrehman Mihê û Lawik Berwarî bibê gundê Elî Emer ya pişt wan çiyayan. Bi Elî Emerê Muxtarê gund re bibêje ku Şêx Abdulrehmanê Garisî hatiye û divê xeber bigihîne Adil Begê Mîrê Miksê û bi Adil Beg re bibêje ku Şêx Abdulrehmanê Garisî hatiye gundê me. Dema ku Mela Ehmed û hevalên wî berev çiya birêketin Şêx Abdulrehmanê Garisî bi Elî Qulçî got divê van zilaman li gel xwe bibî gundê Elxaniye heta ku em tên. Elî Qulçî li gel wan zilaman birêketin û Şêx Abdulrehmanê Garisî Necim li gel wan man. Şêx Abdulrehmanê Garisî li pêş Necmî birêvediçû û Necmî li paş wî, Necmî li piştve gulleyek li pişta Şêx Abdulrehman da û piştî wê gulleyekî din jî li singê wî da. Şêx Abdulrehmanê Garisî kete erdê. Necmî kêra xwe rakêşa û serê Şêx Abdulrehman birî û jêkir û hilgirt bir devera Şaxa Hekarî li cem Qaymeqamê deverê û got eve serê Şêx Abdulrehmanê Garisî ye. Qaymeqamê Şaxa Hekarî bawer nekir eve serê Şêx Abdulrehmanê Garisiye. Qaymeqamê Şaxa Hekarî serê Şêx Abdulrehman şand Sêrtê li cem Waliyê(Parêzgerê) Sêrtê, û got eve serê Şêx Abdulrehmanê Garisiye. Parêzger jî bawer nekir ku eve serê Şêx Abdulrehmanê Garisiye. Parêzgerê Sêrtê serê Şêx Garisî şand Erûh li cem Qaymeqamê Erûh û got eve serê Şêx Abdulrehmanê Garisiye, Qaymeqamê Erûh jî bawer nekir û kesekî şande gundê Şêx Hesen birayê Şêx Abdulrehmanê Garisî bo ku bê cem Qaymeqamê Erûh, û dema Şêx Hesen birayê Şêx Abdulrehmanê Garisî gihişte Erûh Qaymeqamê Erûh serê Şêx Abdulrehmanê Garisî derxist û li ser mêzeyê danî. Bi Şêx Hesen got Ey Şêx Hesen ev ser yê kiye, Şêx Hesen got ev ser serê birayê min Şêx Abdulrehmane, Dema Şêx Hesen got ev ser serê birayê min Şêx Abdulrehmanê Garisiye Hikûmeta Tirkiye bawer kir ku eve serê Abdulrehmanê Garisiye. Paşê Mela Ehmed li gel hevalên xwe behs dike û dema ku gihiştin Suriya devera Eyn Debur Îzet Efendî û Wehan Efendî vegeriyan Iraqê li cem Lîon Paşa û Mela Ehmedê Şûzî û hevalên wî vegeriyan Banê Qesrê‌. Şêx Abdulrehmanê Garisî dilsoztirîn zilam bû li welatê xwe. Rehmeta xwedê li ser giyanê Şêx Abdulrehmanê Garisî bê.

Têbînî: Sîpan Elî di derbarê Şêx Abdurehmanê Garisî de lêkolînê kiriye û ev nivîs jî li ser daxwaza wî ji aliyê Ehmedê kurê Mela Ehmedê Êrsî Botanî ve bi zimanê Erebî hatiye nivîsîn.

Wergêra ji Erebî: Heval Fetah

Ev serhildana şikestî Şêx Abdurehmanê Garisî li gel Pîr Êzdîn Axayê Garisî, Gurgîn Axayê Berwarî û Aqub Axayê Erûhî ve pêkve hatiye kirin. Ev şoreş berdewamiya şoreşa Îhsan Nûrî Paşaye an ku berdewamiya şoreşa Xoybûnê ye ku li gel Mîr Celadet Alî Bedirxan hatiye kirin.

Piştî şoreşê Generaleke Tirk bi navê Reşad Paşa hatiye deverê û li vir danûstandinan kiriye û gotiye Hikûmetê lêborîneke giştî derxistiye û divê hûn werin Berwarî teslîm bibin da ku li dadgehê bihêne borandin. Ji bilî Şêx Abdurehmanê Garisî hemû endamên şoreşê hatine li gel Reşad Paşa rûniştine. Piştî wê yekê hemû hatine destgîrkirin.

Her çende hejmara wan kesên bi giştî hatine girtin nayên zanîn lê belê bi tenê ji eşîra Garisan nêzîkî 70 kes hatine girtin û wan 70 kesan kirine du beş.

Beşa yekem ku ji serkirdeyan pêkdihat wan anîne Sêrtê û li ber çemê Kezerê hemû hatine gullebarankirin. Hinek ji wan navên ku hatine gullebarankirin wihaye…

Ji gundê Êkendê

Mihemed Haco û li gel kurekî xwe (ji Babikê Xaldoka ya Êkendî)
Têlî
Temer
Mihemed Axa
Findî Exmîr (Ji mala Exmîr Axayê Êkendî)

Ji mala Babetê an ku mala Delê

Hesoyê Qumo
Abdurehman Temer
Remezan Şaban
Brahîm Îsa

Ji Mala Çerxê

Heciyê Çerxê
Osmanê Çerxê

Ji Mala Cemalan

Qutas
Abdullah
Mistê
Ehmed

Ji Mala Delê
 
Osmanê Kesro
Ehmed
Îsa

Pîr Êzdîn Axa û kurê xwe li Kezerê şehîd bûn.

Devera ku Şêx Abdurehmanê Garisî hatiye şehîd kirin

Li Mila Sirmû li pişt Herekolê li Kêlika Sanî li Hêşêt li gundê Hermîşatê, li çiyayê Kurê Nazo binya Kanî Kilê şehîd ketiye.

Abdurehmanê Mihê Pirusu – Ji devera Jîrka
Eliyê Qulçî – ji gundê Saniha Berwarî
Feqe Ehmed – Ji gundê Şuz
Feqe Mihemed – Ji gundê Şuz
Aram – Ermenî
Petrus – Ermenî
Necmo – Erebê Sêrtê

Back to top button