Hewramî encamên serdana Barzanî bo Tirkiyeyê eşkere dike
Birêvebirê ofîsa cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Serbaz Hewramî da xuyakirin, Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya dawîn ya bo Tirkiyeyê de digel berpirsên bilind ên tirk gotûbêj li ser enerjî û xeta Nabuccoyê ya gaza sirûştî kiriye.
Serbaz Hewramî derbarê serdana dawîn ya Barzanî de ji AKnewsê re got: “Ev çend sal in têkiliyên di navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeya cîran de di asteke baş de ne. Ne cara yekê ye ku Barzanî serdana Tirkiyeyê dike. Her weha berpirsên Tirkiyeyê yên bilind jî serdana herêmê kirine. Ev jî amajeyeke erênî ye ji bo qonaxeke baş a têkiliyên navbera herdu aliyan.”
Hewramî got: “Nêçîrvan di vê serdanê de digel serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayib Erdogan û wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu behsa gelek mijarên girîng kirine, nemaze pêkanîna hikûmeta nû û hewlên ku ji bo çareserkirina aloziya siyasî ya li Iraqê tên dayîn.”
Serbaz Hewramî diyar kir ku, hikûmeta Tirkiyeyê pûte bi îstîqrara ewlekarî û siyasî ya Iraqê dide û ev siyaset jî, Tirkiyeyê ji cîranên wan yên din cihê dike, çimkî Tirkiye berjewendiya xwe di îstîqrara ewlekarî û siyasî ya Îraq û herêma Kurdistanê de dibîne.
Hewramî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Her weha di civînê de behsa projeya Nabuccoyê û çend meseleyên girîng ên siyasî û aborî jî hate kirin. Lewra medyaya tirkî gellekî behsa serdan û civînên Barzanî yên digel berpirsên Tirkiyeyê kir. Ev jî dê xizmeta berjewendiya herdu aliyan bike.”
Projeyê Nabucco projeyekî mezin a veguhastina gaza suriştî ye. Proje ji Azerbaycanê dest pê dike û di nava Turkiye re derbas dibe. Îsal biryar hate dayîn Iraq û herêma Kurdistanê jî dê beşdarî vê projeyê bibin. Biryar e proje li sala 2016’ê bikeve kar û welatên Ewropayê dixwazin sûdê ji projeyê Nabucco bibînin.
Hêjayê gotinê ye, sêşema borî, Nêçîrvan Barzanî û Receb tayîb Erdogan li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi amadebûna her yek ji wezîrê çavkaniyên sirûştî Aştî Hewramî, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz, cîgirê serokê AK Partiyê Omer Çelîk û balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Murat Ozçelîk, civînek saz kir.