Hîzbullah banga boykotkirina NYê kir
Li Libnanê serokê Hîzbullahê Hassan Nasrallah ji hemî Libnaniyan re banga boykotkirina Neteweyên Yekbûyî kir.
Hasan Nasrallah daxwaza boykotkirina dadgeha ku lêkolîna li ser kuştina Serokwezîrê berê yê Libnanê Refîk Harîrîyê jî dike.
Nasrallah da zanîn ku bi çi awayî dibe bila bibe hawkariyek digel dadgehê, tê wateya êrîşek têkoşîna Hîzbullahê ya li dijî Îsraîlê ye .
Serokê Hizbullahê di derhaqa lêkolîna Neteweyên Yekbûyî de hîşyariyek da û got : Em di cihekjî pir hasas û xeterê de ne. Li dijî îtîbara me êrîşek mezin heye.
Piştî kuştina serokê berê yê Libnanê Refîk Harîrî pênc sal derbas bû lê heta niha dadgeh ti kesî sucdar nekir û li ser hêzêk yan grubek ne xwedî gumaneke. Û di destê me de agahiyên pir girîng hene ku endamên dadgehê bi awayekî eşkere sucdarin.