Polîtîk

Goranê xwe ji Hevpaymaniya Firakssiyonên Kurdistanî vekişand

Bizava Goran ya bi serokatiya Newşêrwan Mistefa, duhî bi daxuyaniyekê vekişîna xwe ji Hevpaymaniya Firakssiyonên Kurdistanî ji raya giştî re ragehand.

Hevpaymaniya Firakssiyonên Kurdistanê bi însiyatîva Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê hatiye avakirin ku ji her çar  lîsteyên siyasyên kurdistanî;  Hepeymaniya Kurdistanî (Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê), Bizava Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Bizava Goranê pêk tê.

Ev Hevpaymaniya Firakssiyonên Kurdistanê haji bo ku li Bexdayê herêma Kurdistanê li heber pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê yeke helwest hebe û herwesa li hember pirsên metewî û çarenivîsaz yeke deng bin hat bû pêkanîn.

Lê Bizava Goran, bi hêceta ku PDK û YNK li herêma Kurdistanê bi aliyên din yên siyasî re bi awayekî adil teserifê nakin, vekişîna xwe ji Hevpaymaniya Firakssiyonên Kurdistanê ragehand.

Li gor dîtina çavdêrên siyasî ev helwestê Goranê dê tesîreke xerab li ser giraniya kurdan li Bexdayê bike.
Weke tê zanîn Bizava Goranê 8 kursî di parlamentoya Îraqê de hene.

Back to top button