Rojev

Hewldanek bê encam

Rewşa siyasî ya tevgera kurd li Rojavayê Kurdistanê tê zanîn. Aloziya di nav tevgera Kurd de heyî eşkereye. Bi çavderiya serokatiya herêma Kurdistanê  partiyên kurd li Rojava hatin ba hev û peymana Hewlêrê îmze kirin li gora wê jî Desteya Bilind hate avakirin.

Lê hemû pûç derket. Ji ber ku PKK/PYD tu cara desthilatdariya xwe kesekîre par nekir. Wek din PYD vekirî girêdayê rejima Suriye kar dike û bi vê yekê jî bû xwedî desthilat. Partiyên Kurd hemû vê dizanin lê gelo ji bo çi behsa vê yekê nakin?

Yan divê vê yekê wek xalek bingehîn bînin rojevê yan jî bêjin ev helwesta PYDê ji bo me ne asteng e. Heta baweriya hinek partiyên din jî hevkariya li gel rejimê hebê gerek vekirî vê deynin holê.

Du astengên mezin û bingehîn di rêya yekitî û li hevkirina tevgera kurdên Rojava de heye.

1- Pêwendiyên PYDê li gel rejimê.

2- PYD tu cara desthilatdariya xwe kesek yan jî aliyek din re bi hemdê xwe par venake û hezek din ku ne di bin bandora wê de be nakê şirîkê desthilatdariya xwe.

Başe madem welêye di van hevdîtinan de çi tê gotubêj kirin?

Hevseroka Encumena Gel Sinem Ehmed di daxuyaniyek ya xwe de eşkere kir ku; ferzkirina hêzek leşkerî ji derê YPGê şaşitiyek mezine û bi tu awayî nayê qebûl kirin.

Niha di vê pêvajoyê de yek armanca PYDê heye ku tevlî civînên Geneva 2 yem bibin. Ji ber ku tevlîbûna wan li hevhatinên Hewlêr re derbas dibe. Lê bi tu awayî ew li gel hêzên din yekitiyekî nakin û wan nakin şirîkê desthilatdariya xwe.

Ew dezgehê ku çavderiya wan dikin jî vê yekê baş dizanin. Başe madem hemû alî vê rewşa siyasî dizanin û di rastiyê de baweriya wan li PYDê nayê û baweriya PYDê jî li wan naye ev hewldan ji bo çine? di serî de tê zanîn ku hewldanên bê encamin. Ji aliyek din niyeta pakij bi serê xwe têra yekitiyê nake.

Di rastiya xwe de mirov hêvî dike ku PYD me hemûyan şaş bike û biryarekî bide û li gel hêzên din yên Rojava yekitiyek rasteqînî bike û desthilatdariyê li hev par ve bikin û herweha vegerin li ser xeta netewî û Kurdên Rojava bi biratî dest bidin hev û parastina axa xwe û welatê xwe bikin.

Bê goman ev temeniyeke, lê mirov dizanê ku pêkanîna vê yekê ji rastiya siyaseta PKK/PYDê dûre.

Dema rastî bê dîtin mirov demê xwe bi bûyerên bê encam ve derbas nake û hêviyek vale jî nade xelkê.

Divê hêzên di nava ENKSê de  ji aliyekî hevdîtina bikin ji bo bigihin encamekî. Lê divê ji aliyek din ve jî vegerin li ser axa welat û xebata xwe bikin, lingê wan axa wan bigre da ku bikaribin bazarê jî bi hesanîtir bikin. Dema mirov bi hêzbe  behtir mirov dikare bibe xwedî desthilat û li ser maseyê hevdîtinan mercên xwe bide qebûl kirin.

Niha hêza herî mezin di destê beşek partiyên kurdên Suriye ne ji rêxistina wan li ser axê yan jî hêzbûna wan li ser axa wan tê. Hêzbûna wan pişgiriya Başûrê Kurdistanê tê. Ev jî dê têra çi bike  mirov nizane.

Ev hevdîtinên di navbera  EGRKê û ENKSê têne kirin, ji bo demekî bigihe encamekî jî, emê pêşerojê de behsa nerastiya vê gavê bikin û cardin bêjin çewtî hate kirin.

21.12.2013

Dara Bilek

 

Derbarê naveroka civîna duh a navbera EGRKê û ENKSê

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/191220135#sthash.oW8df5Zk.dpuf

Back to top button