Civak

Dadgehê biryara girtina berpirsekî YNKê da

Kawa Germiyanî rojnemevanê kurd li Başûrê Kurdistanê bajarokê Kelare li derê mala xwe roja 5.12.2013ê bû armanca êrîşek çekdarî û jiyana xwe ji dest dabû.

Dadgehê  di derbarê kuştina Germiyanî de lêkolîn kir. Di encam de dadgehê bi tohmeta kuştina Germiyanî biryara girtina endamê polît Buroya YNKê Mehmud Sengawî da.

Li gora tê gotin  malbata Germiyanî dibêje ku li pişt kuştina Kawa Sengawî heye û ew berê tehdît kiriye.

Mehmûd Sengawî li ser biryara dadgehê daxuyaniyek da û got ku ewê herê dadgehê û be şûciya xwe ispat bike.

Back to top button